Cenazeyên 17 şervanên azadiyê bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin
Bi dehezaran welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 17 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Bi dehezaran welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 17 şervanên azadiyê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 17 şervanên Lîwa Siqûr El-Reqa yên ku di bin sîwaneya QSD′ê de tev digerin, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Di merasîmê de Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê, Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid, Fermandarê Lîwa Siqûr El-Reqa Eymen El-Xanim, şêx û rûspiyên Kurd û Ereb ên bajarê Girê Spî, nûnerên Saziyên Sivîl, şervan û gel amade bûn.
Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî, sersaxî ji malbatên şervanan û tevahî Bakurê Sûriyê re xwest û got ku wan şervanan ji bo azadiya gelê xwe, canê xwe feda kirin.
Piştre Fermandarê Lîwa Siqûr El-Reqa Ebû Ednan jî axivî û şehîdên xwe wekî kulîlkên buharê û hêviyên pêşerojê bi nav kirin û soza tolhildana wan da.
Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û anî ziman ku serkeftinên ku li Bakurê Sûriyeyê pêk hatin, bi saya fedekariya şehîdan bû. Selûm soza şopandina rêya têkoşeran da.
Her wiha Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim jî sersaxî ji tevahî gelê Sûriyeyê re xwest û diyar kir ku wê ciwanên Bakurê Sûriyê têkoşîna xwe bidomînin û şopdarên hevalên xwe bin.
Piştî axaftinan nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.