Cenazeyê Tolhildan Tekman di bin dorpêçê de hat veşartin

Cenazeyê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê di sala 2020’an de li Sêrtê şehîd bû û 3 sal şûnde hestiyên wî di qutiyekê de radestî malbata wî kirin, di bin dorpêçê de hat veşartin.

Hestiyên gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê di sala 2020’an de li Sêrtê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de tevî 5 hevalên xwe şehîd bûbû, 3 sal şûnde bi awayekî dermirovî di qutiyekê de radestî malbata wî kirin. Li gel ku ji bo teşhîskirina cenazeyê di sala 2020’an de nimûneya xwînê hatibû dayîn û encam diyar bûbû jî, agahî ji malbatê re nehatibû dayîn û cenazeyê Tekman li Goristana Bêkesan hatibû veşartin.

Cenazeyê Tekman piştî 3 salan radestî malbatê hat kirin û malbat ber bi navçeya Tatos a Erziromê bi rê ket. Malbatê xwest cenazeyê xwe li gundê Bastokê defin bike, lê belê ji bo cenaze wesayita cenaze nehat dayîn û nehat hiştin mele nimêja cenaze bike. Ji bo veşartina cenaze tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn. Cenaze di bin dorpêça leşkeran de hat veşartin.

Li taxa ku hîna di bin dorpêçê de ye, li ber deriyê her malekê leşkerek hatiye danîn. Her wiha ketin û derketina gund û gundên derdorê qedexe kirine.