Cenazeyê şervanê YPS’ê Mahabad li Qendîl hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPS’ê Kanî Mahabad (Mistefa El Nezad), li Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin.

Li Qendîlê cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Kanî Mahabat (Mistefa Elî Nezad) ê ku di meha derbasbûyî de li Wanê di şerekê de şehîd bibû, li Goristana Mehmet Karasûngûr bi merasîmekê hate veşartin.

Piştî ku cenazeyê Mahabad ji Mizgefta Mezin a bajarokê Sengeserê ber bi Qendîlê ve kete rê gihişte Gundê Derwekurtir merasîmek hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê destpê kir. Piştre endamê Komîteya Şehîdên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed axivî û got: "Em soza xwe nû dikin ku rêya şehîd Kanî û hemû şehîdên rizgariya gelê Kurdistanê bi şopînin. Şehîd Kanî îspat kir ku dijmin li kû derê be wê ciwanên Kurd li wir, li dijî rawestin û mafê rewa yên gelê Kurd bi parêzin. Şehîd Kanî sînor nasnekirin. Şehîd Kanî ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava têkoşînê bû û li Bakurê Kurdistanê şehîd bû."

Endamê Komîteya Navendî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şiwan Xidir jî axivî û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk bi hemû rengî, li ser siyaseta xwe ya qirkirin û bêdengkirina gelê Kurd berdewame. Rojane zarokên gelê me şehîd dike. Mal û xaniyên gelê me xirab dikin. Ji ber vê yekê dibêjin êdî demê wê hatiye ku ji dagirkeran re bêjîn êdî bese. Dem dema berxwedan û parastinê ye. Dema dema li dijî dijmin rawestandine."

Piştî axaftinan cenaze ber bi Goristana Mehmet Karasungur ya Qendîlê ve kete tê.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Kanî Mahabad bi dirûşman li goristanê hate veşartin.