Cenazeyê şervanê YPG'ê yê ji Kanadayê hate birêkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ararin Entonyo Kason (Agirî Ararat) ê ji Kanadayê, ji bo li Kanadayê were veşartin ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin.

Cenazeyê şervanê YPGʹê Ararin Entonyo Kason (Agirî Ararat) ê di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, ji aliyê şêniyên Dêrikê ve ber bi deriyê Sêmalka ve hate oxirkirin. 

Di dema merasîma birêkirinê de, li ser navê şervanên enternasyonalîst Baran Amed axivî.

Amed ji malbata Agirî re sersaxî xwest û got, wê têkşîna hevalên xwe li Rojava bidomînin.

Cenazeyê Ararat wê ji Başûrê Kurdistanê jî bişînin Kanadayê û li cih û warê xwe bê veşartin.

Li gorî agahiyan, rayedarên Konsolosxaneya Kanadayê ya Başûrê Kurdistanê cenazeyê Agirî Ararat wergirtine û wê bişînin Kanadayê.