Cenazeyê şervanê YPG’ê Reşîd hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê ku di encama kirîza dil de şehîdbibû, li Girê Spî bi merasîmekî ve hate veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê YPG′ê Welîd Reşîd (Aram Girê Spî) ji nexweşxaneya leşkerî ya bajêr wergirtin û ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de, Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajêr Zelîxe Ebdî, nûnerên TEV-DEM′ê, Kongreya Star û Saziyên Sivîl, amade bûn.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik axivî û got: “ Şehîd rêya azadiya gelan ronî dikin.”

Dêrik dîyar kir ku hêzên YPG,YPJ û QSD′ê wê bajarê Reqayê û tevahî herêmên Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bikin.

Piştre jî nasnameya şervan hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat definkirin.