Cenazeyê şervanê YPG'ê Mazlûm hat veşartin
Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Horo (Mazlûm) ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşart.
Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Horo (Mazlûm) ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşart.
Bi hezaran şêniyên bajarê Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Mihemed Horo (Mazlûm) ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker ya li ser Kantona Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Avirîn a bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera ve, ketin rê.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hat li dar xistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Sadiq Avîdî, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Egîd Cefer û kurê apê Şehîd Mazlûm , axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û bang li ciwanên herêmê kirin ku çekê hilgirin, welatê xwe û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin. Her wiha soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê hat dayîn.
Piştre nasnameya şervanê YPG'ê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mazlûm bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Refîq hat veşartin.