Cenazeyê şervanê YBŞ'ê Siba li Şengalê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YBŞ'ê Rojhilat Siba, ku li dora gundê Madîban ê Şengalê dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate veşartin.

Şervanên YBŞ-YJŞ, gerîlayên HPG-YJA Starê û gelek ji welatiyên Şengalê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî merasîma leşkerî ya li şehîdgehê, ji fermandarên YBŞ'ê Tîrêj Şengalî axivî û got, "Ji bo pêkanîna xewn, xeyal û armancên hevrê Rojhilat, em ê heta dawiyê têbikoşin."

Piştî axaftinê, hevrêyên wî darbesta şervanê YBŞ'ê Rojhilat hildan ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" û bi tilîliyan spartin axê.

Rojhilat Siba ku berî 3 salan tevlî nava refên YBŞ'ê bû, li qada Medîbanê dema bi erka xwe radibû, ji ber qezayekê şehîd bû.