Cenazeyê Şehîdê Şengalê Orhan Baran û şervanê YPG'ê Ferhat Tofan hatin veşartin

Bi hezaran kesî cenazeyên Şehîdên Şengalê Orhan Baran ê ku bi destê çeteyên PDK û AKP'ê bi nemerdane li Şengalê şehîdbibû û Ferhad Tofan yê YPG'yî bi merasîmekîê heybet li Qamişloyê veşartin.

Cenazeyên Gerîlayê HPG`ê Sîpan Hiso (Orhan Baran) ê li Şengalê bi destê çeteyên PDK û AKPʹê şehdbidû û şervanê YPGʹê Ferhad Tufan (Firas Erkenvdî) ê 3ʹyê Adarê li Şedadê şehîdbibû ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên kantona Cizîrê yên ji hemû pêkhateyan cenazeyên Gerîlayê HPG`ê Orhan Baran û Firas Erkendî ji Mala Gel a Taxa Enteriyê wergiritin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ketin rê. Girseya ku bê navber diruşmeyên 'Şehîd Namirin' û 'Bimre Îxanet' qîr kirin. Li gorîstanê bi tilîlîyên dayikan cenaze hatin pêşwazîkirin

Li gorîstanê merasîmek ji aliyê Şervanên YPG'ê ve hat lidarxistin û merasîm bi deqeyekî rêzgirtin destpêkir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl, Fermandarê Gîştî yê YPG/YPJ’ê Gelî Serhed û birayê Şehîd Ebdullah Hiso jî axivîn. Di destpêkê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl axivî û sersaxî ji malbata herdu şehîdan re xwest û got: ʺEm çiqasî bêjin, sozdayîn û axaftin li ser berxwedan û giyanên şehîdan xilas nabin. Tişta herî pîroz bi rûmet Şehîd in.ʺ

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de hêzên YBŞʹê ku bersiva êrîşa li ser Şengalê dan silav kir û wiha anî ziman: ʺÎro rojeke xemgîn e, şervanên me bi destê birayên xwe ‫têne şehîdkirin. Ev bûyer ne tesadufe, lê belê êrîşekî bi pîlankirî hatiye kirin. Bi van pîlan û êrîşan dixwazin berxwedana Rojava û Şengalê bê bandor bikin, lê bila baş bizanin ku êrîş û pîlanên wan wê bê encam bimînin. Bi hezaran ciwanên Rojava û Şengalê xwînê dirêjin û bi milyonan jî xeta wan dişopînin."

Piştre jî Fermandarê Gîştî yê YPG/YPJ’ê Gelî Serhed axivî û diyar kir ku ew li hember îxanetê qet bêdeng namînîn û wiha got: ″Em ê gelê xwe ji komkûjiyan biparêzin û ti carî li hember îxanetê bêdeng namînin. Hêza me heye û em ê li hember van kiryaran bersivên tund bidin.″

Herî dawî jî Birayê şehîd Orhan Baran, Ebdullah Hiso şehadeta birayê xwe li Rêberê felsefeya demokratîk Abdullah Ocalan û hemû berxwedêran pîroz kir û got: ″PDK′ê her li pêşiya yekîtiya gelê Kurd dibe asteng. Em xayînan napejirîn in. Bavê min li Rojava, birayekî min li Bakur, îro jî Orhan li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê canê xwe bikin mertal û axa egîdan biparêzin.″

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran  hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên  şehîdan  di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşemyên ″Bimre îxanet″, ″Şehîd namrin″ de, hatin oxirkirin.