Cenazeyê Rizgar Denîz bi merasîmeke bi heybet hate veşartin

Cenazeyê Rizgar Denîz (Adanmiş) ê bi karwanekî ber bi Mexmûrê ve hate birêkirin, bi tevlîbûna gelê Mexmûrê li wargehê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin.

Li Wargeha Şehdî Rustem Cûdî cenazeyê Rizgar Denîz ê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehdî bû, bi karwaneke ji sedan wesayîtan pêk dihat ji deriyê Sêmalka hate girtin û ber bi Mexmûr ve hate rêkirin, danê êvarê li wargeha Mexmûrê bi merasîmeke bi heybet hate veşartin.

Danê sibehê ji wargeha Mexmûr bi sedan wesayît ji bo cenazeyê şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz (Adanmiş) bigirin berê xwe dan deriyê sînor ê Sêmalka. Li Deriyê Sêmalka cenazeyê Şehîd ji aliyê sedan welatiyên Mexmûrê ve bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve hate pêşwazî kirin. Piştî ku cenaze hate girtin bi karwaneke ji sedan wesayîtan berê xwe dan Mexmûrê. Her wiha bi dehan wesayîtên wargehê li ketina wargehê cenazeyê Rizgar Denîz bi dirûşman pêşwazî kirin û heta cihê merasîmê weke konvoy  ketin rê.

Di merasîmê de bê navber gel dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” “Ey şehîd Xwîna te li erde namîne” hatin qîrkirin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser kesayet û keda şehîd Rizgar hate nîşandan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Yekîtiya Ragihandin Demokratîk (YRD) peyemek hate xwedin û di peyamê de ev tişt hate gotin: "Hevalên me Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir ên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin şehîd bûn jî bûn şopdarên rastî û ronahiyê. Weke Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mustafa Mihemed, Xerîb Welat, Mazlûm Bagok, Agirî Banê, Fîraz Dag, Vedat Huseyîn Elî û hemû hevreyên me yên din, Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin yê berxwedanê li dîroka ragihandina Kurdistanê zêde kirin."

Her wiha di dewama peyamê YRD’ê de bal hate kişandina ser ked û têkoşîna Rizgar û wiha hate gotin: "Hevrê Rizgar ku bi hevrêyê Denîz Firat re dest bi karê ragihandinê kir, dema ku êrîşên DAÎŞê destpêkir, ji bo ku heqîqetê nîşan bide bi Denîz Firat re di cepheya herî pêş de cihê xwe girt. Weke zarokekî gelê bindest, ji bo ji nêzîk ve şoreşa gel a li Rojava pêş dikeve bibîne, jiyan bike, bişopîne û bi hemû gelên dinyayê re parve bike, di sala 2014an de derbasî Rojava bû.   

Hevrê Rizgar di sala 2016’an de berê xwe da Êzîdxanê da ku êş, xemgînî, berxwedan û rêxistinbûna gelê xwe yê Êzdî ji cîhanê re ragihîne. Di dema qetlîama Xanesorê de bi Rêhevala xwe ya Nûjiyan Erhan re ku ew jî li wir bû û di vê armancê de bedêl da, mil bi mil kar dike û êş û azara gelê Êzîdî û hemû heqîqetê bi dinyayê didin naskirin. Piştî Şengalê Rêheval Rizgar Adanmiş careke din berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, weke nûçegihanê şer ê dilxwaz, her dem di eniya herî pêş de cihê xwe girt û bû lêgerînvanekî rasteqîn ê heqîqetê."

YRD’ê di dewama peyama xwe de sersaxî ji malbata Rizgar re xwest û soza şopandina kedkarên çapemeniya azad dan.

Her wiha di dewama merasîmê de endamê Çapemeniya Azad Seyîd Evren jî axivî. Di serî de Evran sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: "Hevalê Rizgar bû temsîla çapemeniya azad û rêya heqîqetê şopan. Emê heta dawiyê şoparê rêya wan b in û keda waan li erdê nahêlin û em ê pênûs û kamereyawan hildin."

Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Huseyîn kara jî axivî sersaxî ji malbat, hemû gelê Kurd û çapemeniya azad re xwest û got: "Rizgar lawekî yê vê wargehê ye. Di asta herî roj de temsîla berxwedan û têkoşîna vê wargehê kir. Em bi şehîdên xwe weke wargeh serbilind in û heta em bigihêjin azadiyê em ê li ser xeta şehîdan bin û şopdarê rêya wan bin. Weke wargeh me li çar parçeyên Kurdistanê şehîd û qehreman  dane. Bila dewleta Tirk û hevalbendên wî  baş bizanibin ku wê têk biçe. Serkeftin û rûmet ya gelê Kurd ê qehreman in."

Dayika Şehîd Rizgar Meryem jî axivî û got: "Hemû gelê wargehê hûn xêr hatin û serê serokatî û hemû gele Welatparêz sax be. Rizgar rêya azadiyê hilbijart û em soz didin heta dawiyê em ê pênûs û kamereya wî li erde nehêlin. Sersaxiyê di serî ji rêbertî û hemû hogir û hevalê wî û gele Kurd re dixwazim."

Li ser navê tevgera azadî jî peyamek hate dayîn û sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurd de hate xwestin û soza şopandina rêya berxwedêran hate dayîn.

Xwişka şehîd Rizgar Hewlêr jî axivî  û got: "Hûn bi xêr hatin serê gelê Kurd sax be şehîd rizgar ne birayê min birayê we tevane. Heta dawiyê emê şopdarê rêça şehîdên xwe bin."

Piştî ku cenazeyê şehîd hate veşartin û şûnde gel bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi girseyî berê xwe dan konê sersaxiyê.