Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Pehlîvan û Abî spartin axê

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Mervan Abî (Kendal Ûmût) ê berî bi 7 mehan li Colemêrgê û Kûrban Pehlîvan ê li bejahiya Daristanên Sahî ya Bedlîsê şehîd bûbûn, li warê wan spartin axê.

Piştî 7 mehan bi şûnde cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mervan Abî yê di şerê 14’ê Hezîranê ya li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê de şehîd bûbû, piştî testa DNA’yê dan malbatê. Malbatê cenazeyê Abî li Goristana Bêkesan a Colemêrgê tevî barîna berfê rakir, li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Ermûş a Wanê defin kir. Ji derveyî ferdên malbatê rê neda ku tu kes tevlî merasîma veşartinê bibin.

CENAZEYÊ PEHLÎVAN KOPÊ JÎ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kurban Pehlîvan yê di operasona 10-11’ê Çileyê li bejahiya Daristana Sahî ya Bedlîsê de şehîd bûbû, ji aliyê malbatê ve hate girtin. Cenazeyê Pehlîvan ê ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hate girtin, birin gundê Pûlûr a girêdayî navçeya Kopê. Ji derveyî malbatê rê neda ku kes tevlî merasîma cenaze bibin.