Cenazeyê gerîlayê ku li Bestayê şehîd bûbû hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş (Bengîn Barmanî) li herêma Bestayê di operasyona artêşa Tirk de şehîd bûbû. Cenazeyê wî li Mêrdînê hate veşartin.

Artêşa a dagirker di 2’yê Tîrmehê de li herêma Bestayê ya ku di navbera navenda Şirnex û navçeya Perwarî ya Sêrtê de dimîne, operasyona leşkerî yav berfireh dabû destpêkirin.

Di 5’ê Tîrmehê de li herêmê pevçûnek çêbûbû û 2 endamên HPG’ê şehîd bûbûn. Cenazeyên endamên HPG’ê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku ji cenazeyan yek jê yê Kahraman Karataş (Bengîn Barmanî) e. Li ser vê yekê malbatê xwîn da û piştî ku xwînan hev girt, cenaze hate teslîmkirin. 

Li gorî agahiyan; malbatê duh di saetên şevê de cenaze ji morgê teslîm girt û birin gundê Barman ê Stewra Mêrdînê. Malbat, di derengiya şevê de gihişt gund û piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Karataş defin kir. Malbatê li mala xwe ji bo Karataş şîn danî.