Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Orde hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) yê 6’ê Tîrmehê li Geverê di şer de şehîd bûbû, piştî 43 rojan radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Orde li gundê Mikuryanî hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) roja 6’ê Tîrmehê li navçeya Gever a Colemêrgê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Orde piştî 43 rojan radestî malbatê hate kirin.

Cenaze duh ji aliyê malbatê ve dibin dorpêç û şopandina polîs û leşkeran de ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hate wergirtin û birin gundê Mikruyanî yê navçeya Henê ya Amedê.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Orde di bin dorpêça tîmên Fermandariya Cendermeyan a Henê û leşkeran de li goristana gundê Mikuryanî ji aliyê malbat û gundiyan ve hate veşartin.

Malbata Orde serdanên sersaxiyê li mala şînê ya gund qebûl dike.