Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Olmez li Cizîrê hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Adnan Olmez ê ku par di meha Mijdarê de di şer de şehîd bûbû, piştî heşt mehan cenazeyê wî dan malbatê. Olmez li Cizîrê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Adnan Olmez di 23’ê Mijdara 2021’an de li Bedlîsê di şer de şehîd bûbû.

Cenazeyê wî biribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê û piştre li heman bajarî li goristana ‘bêkesan’ hatibû veşartin.

Malbata wî çend roj berê ji bo testa DNA’yê xwîn dabû.

Piştî ku DNA’ya wî û ya malbatê hev girt, malbatê cenaze ji goristana ‘bêkesan’ a li Meletiyê wergirt û anî Cizîra Şirnexê.

Bi tevlêbûna malbatê cenazeyê Olmez li goristana li Taxa Yafesê hate veşartin.