Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nergîz hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Nergîz ku di êrîşa hewayî ya li navçeya Pasûr a Amedê şehîd bûbû, bi merasîmekê hate veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Mehmet Nergîz di êrîşa hewayî ya li nêzî gundê Eskar yê navçeya Pasûr a Amedê şehîd bûbû. Cenazeyê Nergîz ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate wergirtin û  piştre bi merasîmekê li gundê Çemê Elîka hate veşartin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştî pêkanîna wacibên olî cenazeyê Nergîz birin goristana gund. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre merşa ‘Çerxa Şoreşê’ hate xwendin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Nergîz bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.