Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûsa Yilmaz spartin axê
Polîsan rê nehate dan ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûsa Yilmaz ê li Dersimê şehîd bûbû, li mizgeftê bê şûştin. Tevî gefa polîsan jî li Amedê Yilmaz ji aliyê sedan kesî ve hate veşartin.
Polîsan rê nehate dan ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûsa Yilmaz ê li Dersimê şehîd bûbû, li mizgeftê bê şûştin. Tevî gefa polîsan jî li Amedê Yilmaz ji aliyê sedan kesî ve hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mûsa Yilmaz ê 6’ê Gulanê di şerekî li Dersimê de şehîd bûbû, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ve hate girtin. Malbata Yilmaz ji ber ketin-derketina bajarên mezin qedexe ye, piştî serdana Serdozgeriya Farqînê kir û şûnde çû Saziya Tiba Edlî.
RÊ NEHATE DAYÎN KU LI MIZGEFTÊ BÊ ŞÛŞTIN
Malbat a ku duh cenaze ji Meletiyê girt, di saetên şevê de birin Goristana Taxa Ferîdûn a li navçeya Farqînê. Li ser rênedana ku li mizgeftên din jî cenaze bê şûştin, malbatê li pêşiya mala xizmekî xwe neçar ma ku cenaze bişûn. Yilmaz ê cenazeyê wî hate şûştin, piştî wecîbeyên olî veşartin.
BI SEDAN KES TEVLÎ MERASÎMÊ BÛN
Tevî gefa polîsan a bi girseyî tevlî merasîmê nebin jî, nêzî sed kes rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) tevlî merasîmê bûn.