Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kûbîlay Acet hat definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kûbilay Acet (Garzan Sason) ku li Herêma Herekolê di pevçûnekê de şehîd bû, ji aliyê bi sedan kesî ve hat birêkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kûbilay Acet (Garzan Sason) ê di 18'ê Îlonê de li Herêma Herekolê ya Sêrtê di pevçûnekê de şehîd bû, li Êlihê ji aliyê sedan kesî ve hat birêkirin.

Malbata gerîlayê HPG’ê Kûbilay Acet di meha Cotmehê de ji bo testa DNA'yê xwîn dabû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê. Piştî DNA li hev derketin, duh rayedaran telefonî malbatê kir. Malbat jî ji Êlihê çû Sêrtê û cenazeyê Acet ji Goristana Zevyeyê wergirt û bir Êlihê. Bi sedan kes tevî malbatê cenaze bir heya Goristana Asriyê. Polîsan li têketina goristanê girtin û nehiştin ji xeynî ferdên malbatê kes biçe hundirê goristanê.

Girse li derveyî goristanê ma û ferdên malbatê bi tenê cenaze defin kirin. Di dema definkirinê de girseyê tim dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kir.