Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gungormuş hat veşartin

Murat Gungormuş ê ku di operasyona Dersîmê de jiyana xwe ji dest dayî ber bi rêwitiya dawî ve hate birêkirin.

Cenazeyê Murat Gungormuş (Serxwebûn) ku 26’ê Adarê li herêma Kutudere a Dêrsimê di operasyona bi desteka hewayî de jiyana xwe ji dest dayî li Saziya Tiba Edlî ya Meletî hate teşhîskirin. Ji bo Gungurmuş ku cenazeyê wî anîn Dersîmê li Cemevî merasîmek hate çêkirin.

Ji ber ku rêveberên Cemevî ya Dersîmê cenaze ne şuştin gel nerazîbûna xwe diyar kir. Rêveberiyê diyar kir ku ji ber sedema zexta Walitiya Dersîmê cenaze neşuştine.

Pîrekî Elewî ji derve anîn, cenaze hate şuştin û piştre darbesta Gungormuş li ser milan birin cihê merasîmê. Li vir piştî ku hewcehiyên dînî hatin pêkanîn, di şexê Gungormuş de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin çêbû.

Di merasîmê de Wekîlê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu sersaxî da gelê Dêrsimê. Onlu got: ‘’Ji 38’an ve li dijî hişmendiya Muaviye pêşiyên Murat jî serê xwe netewnadin, wî jî serê xwe netewad.

Bila Mûrat heqê xwe li me helal bike.

Piştî axaftinê cenazeyê Gungormuş birin gundê wî Vankûkê. Bi duayan Gungormuş hate veşartin.