Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Baysal hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dewran Baysal ku 8'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bû, li Êlihê hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Dewran Baysal bi nasnav Simko Kerboran, 8'ê Tîrmehê li Colemêrgê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû.

Cenazeyê Baysal ji Colemêrgê birin Êlihê. Cenaze êvara Sêşemê li cem gora pismamê xwe gerîlayê HPG'ê Bahoz Baysal (Rûbar Kerboran) hate veşartin ku berî 7 mehan şehîd bûbû.

Dewran Baysal, sala 1993'an li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bûbû û sala 2014'an tevlî nava refên PKK'ê bûbû.

Ji bo Baysal li mala sersaxiyê ya Mawa ya li taxa Cûdî ya Êlihê konê sersaxiyê hatiye vedan.