Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Alinbay hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Alinbay ku li Dersimê şehîd bû hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Alinbay (Adnan Pîro) yê di şerê 22-23'ê Hezîranê de li Dersimê jiyana xwe ji dest da li navçeya Pîranê ya Amedê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Malbat çû ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê cenazeyê zarokê xwe wergirt û bi rêya bejahiyê birin Pîranê. Cenaze li Pîranê bi girseyî û berzkirina dirûşman hate pêşwazîkirin û merasîm hate lidarxistin.

Parlamentera HDP'ê, rêveberên HDP'ê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Girseyê cenaze di bin dorpêça polîsan de birin goristanê û tevî hemû astengiyên polîsan jî veşartin.

Hate gotin ku mizgefta li navçeyê wê şîn lê bihata dayîn li ser fermana Qeymamiya Navçeyê hatiye girtin.