Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Çam hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Teyup Çam ku li Çiyayê Bagokê şehîd bû, li Qoserê bi axê ve hate spartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Teyup Çam ku hate ragihandin, 30'ê Adarê de li bejahiya Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê di şer de şehîd bû, li Morga Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê radestî malbata wî hate kirin.

Di dema destpêkirina qedexeya derketina derve ya ji ber şewbê cenaze radestî malbatê hate kirin. Cenaze birin gundê Margikê yê Qoserê.

Destûr nehate dayin ku kes zêde tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Ji ber ku meleyê gund tevlî merasîmê nebû, ji gundekî cuda meleyekî wecîbeyên olî bi cih anî.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê şehîd Teyup Çam hate veşartin.