Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Serkan Kaya li Wanê hate veşartin
Cenazeyê Serkan Kaya yê HPG'yî ku li Licê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hate definkirin. Polîsan êrîşî welatiyên ku çûn mala şînê kirin.
Cenazeyê Serkan Kaya yê HPG'yî ku li Licê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hate definkirin. Polîsan êrîşî welatiyên ku çûn mala şînê kirin.
Di encama şerê 19’ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê qewimî de 8 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.Cenazeyê Serkan Kaya yê HPG’yî li taxa Koyîçî ya Wanê bi beşdariya sed hezaran kesî ve hate veşartin. Di merasîmê de dirîşmên “Şehîd namirin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hate qîrkirin. Meta Kaya li ser goristanê axvî û got: “Kurê me mir, bil yê kesê nemire. Bila êdî aştî bê vî warî.”
Piştî merasîma cenaze, welatî ber bi mala şînê ve çûn. Di dema çûyînê de polîsan mudaxileyî welatiyan kir û di vê mudaxileyê de welatiyek ji serê xwe ve birîndar bû.