Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Moral li Licê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Esyar Moral (Şiyar Denîz) ê li Goristana Bêkesan a Kabasakal a Edenyê hate girtin, bi tevlîban sedan kesî li Licê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Esyar Moral (Şiyar Denîz) ê di şerê li 31’ê Adarê li çiyayê Amanos derketî de şehîd bibû û piştre, li Goristana Bêkesan a Kabasakal a Edenyê hatibû veşartin, ji aliyê malbatê ve ji gorê hate derxistin û bire navçeya Lice ya Amedê. Piştî ku wecîbeyên olî yên cenazeyê Moral li Mizgefta Karahasan hate bicihanîn û şûnde, li Goristana Kalî hate veşartin. Li goristanê di kesayeta Moral de ji bo hemû şehîdên şoreş û Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li gel namzetê parlemeteriyê yên HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Taşçier li goristanê axivî û got: “Şiyar şehîdê Kurdistanê ye. Em êdî naxwazin ciwanên Kurd bên şehîdkirin. Divê êdî pirsgirêkên Kurd bên çareserkirin. Çareseriya vê di destê me de ye. Em îtifaq û yekîtiya xwe ava bikin, êdî ciwanên me nayên veşartin.

Bavê Moral Hamsûm Moral jî axivî û got: “Li ser vê xaka ku Kurd dijminê hev be, wê hê bên kuştin. Xudê alîkarên hêz û şervanên me be.”

Piştî axaftinan û şûnde girseya gel ji goristanê veqetiyan. Sersaxiya moral li Mizgefta Karahasan tê qebûlkirin.