Cenazeyê gerîlaya YJA Star Bilin di bin zextên polîsan de spartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Star Mizgîn Bilin (Raperîn Baz) li Xarpetê spartin axê. Polîsên ku gefa ‘cenazeyê xwe bi bêdeng û bê merasîm veşêrin’ li malbatê kir, rê nedan ku wecîbeyên olî jî bên bicihanîn.

Gerîlaya YJA Star Mizgîn Bilin (Raperîn Baz) a yek ji 4 gerîlayên HPG’ê yên di 13’ê Îlonê de li Bîngolê şehîd bibûn, ji aliyê malbatê ve li Goristana Asrî ya Xarpetê spartin axê.

Malbata gerîla Bilin a tevî hemû hewldanan piştî 2 mehan û şûnde karîn roja Sêşemê di saetên şevê de cenazeyê keça xwe ji Morga Goristana Yenîşehîr a girêdayî Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê girtin, ber bi bajarê Xarpêt a cihê lê dayik bibû ve ketin rê.

Bi gihiştina cenaze re polîsan di ketina bajar de polîs û leşkeran ewlekariyên zêde girtin, polîsan gefa ‘Cenazeyê xwe bêdeng û bê merasîm veşêrin’ li malbatê kirin.

Li ser narazîbûnan polîsan tenê 5 deqe beriya goristanê rê da ku cenazeyê Raperîn Baz bibin malbatê, her wiha rê nedan ku wecîbeyên olî jî pêk bên.

Cenaze piştî demeke kin ji malbatê hate girtin û ji bo definkirin ber bi Goristana Asrî ve ketin rê.

Polîsên ku di ketina goristanê de nasname kontrol kirin, ji derveyî malbatê rê neda ku kesên tevlî merasîmê bibin.

Xizmekî yê gerîla Bilin ê nerazîbûn nîşanî vê yekê da got: “Em rû bi rûyê hişmendiyeke wisan in ku rê nedan ku em wecîbeyên olî jî pêk bînin.Yên ku ji zarokên me ditirsin, niha ji mirina wan jî ditirsin. Çi dikin bila bikin em dev ji doza bi maf a zarokên xwe bernadin.”