Cenazeyê gerîla Havva Baran spartin axê

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Havva Baran (Amara Çiya) a 2019’an li Dersimê şehîd bûbû û li Goristana Maletî ya Bajar hatibû spartin, ji aliyê malbatê ve hate girtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê spartin axê.

Malbata Baran, cenazeyê keça xwe gerîlaya HPG’ê Havva Baran (Amara Çiya) a ku 5’ê Cotmeha 2019’an di êrîşeke hewayî de şehîd bûbû, ji Goristana Meletiyê ya Bajêr wergirt û anî Amedê. Malbata Baran, di 30'ê Gulanê de agahî girt ku keça wan jiyana xwe ji dest daye û di 2'yê Hezîranê de serî li Edlî Tiba Meletiyê da û ji bo testa DNA’yê xwîn da.

Rayedarên leşkerî, di 14’ê Tîrmehê de agahî dan malbatê ku encama testa wan DNA’yê diyar bûye û dikarin bên cenazeyê xwe bigirin. Malbatê îro cenazeyê keça xwe girt û anî Amedê. Di rê de polîs û leşkeran çend caran malbatê da rawestandin û kontrola GBT’yê kirin.

Malbatê dema ku cenazeyê keça xwe bir Goristana Yenîkoyê, bi hinceta ku cenazeyekî din li goristanê heye ji aliyê polîsan ve bi qasî saet û nîvek hate rawestandin. Piştî rawestandina saet û nîvekê polîsan destûr da ku cenaze bikeve goristanê. Malbatê piştî pêkanîn wecîbeyên olî di bin dorpêça polîsan de cenazeyê keça xwe spart axê.

Rêveberên MEBYA-DER’ê jî hatin goristanê û xwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin lê polîsan ew astengkirin û destûr nedan ku ji xeynî malbatê tu kes beşdarî merasîma cenaze bibe.