Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Şengalî hate veşartin

Cenazeyê yek ji Fermandarê YBŞ’ê Hecî Reşo Hêsen (Hêjar Şengalî) ku dema ser erka xwe bû, di encama qezayekî trafîkê de şehîd bibû li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke heybet a leşkeri ve hate veşartin.

Di merasîma bi sedan şervanên YBŞ-YJŞ û gelê Şengalê amade bûn de, yek jî Fermadarên YBŞ’ê Mazlûm Şengalî di axaftina xwe behsa kesayet û têkoşîna Hêjar Şengalî kir û got: “Têkoşîna Şehîd Hêjar li ser esasê azadiya Şengalê bû, ji bo me jî emir û ferman e. Her qadekî her çeperekî ku tekoşîn lê dihat meşandin heval Hêjar li wir pêşeng bû.”

‘PÊŞENG Û FERMANDAR BÛ’

Fermandarê YBŞ Mazlûm Şengalî di merasîmê de bal kişand ser têkoşîna şehîd Şengalî û wiha got: “Despêkê em bejna xwe li hember şehîdê şoreşê hemû şehîdên Şengalê, taybet bejna xwe li ber fermandarê mezin Hevrê Hêjar , Egîdê vî gelî, pêşengê YBŞ, pêşengê tekoşînê, ditewînîn û şehîdê xwe carek din bibîr tînîn. Wekî ku tê zanîn destpêka avabûna YBŞ’ê taybet jî tekoşîna li hember DAIŞ’ê, hemû neyarê vî gelî re ku tekoşîn meşand her qadekî Şengalê, her çeperekî ku tekoşîn lê dihat meşandin, hevalê Hêjar li wir pêşeng bû, fermandar bû û pêşengê tekoşîna rêxistênê dimeşand. Ne tenê li Şengal, hemû qada Başûrê Kurdistanê tekoşîn dimeşand. Ji bo YBŞ bigehîne armanca xwe, ji bo bike arteş û bike hêza serkeftinê û bike hêza herî sereke, hemû bajarê Başûrê Kurdistanê, hemû qada Şengal tekoşîna rêxistînî meşand,tevlîbûn çêkir, mezin kir û xist îrade. YBŞ xist mirovê dozê, YBŞ xist pêşengê gel,anî asta serkeftinê, anî asta ku tekoşîna herî xurt bimeşîne. Ev bîryardarî dixwaze. Di hevrê Hêjar de ev bîryardarî hebû.”

‘BI KEDA XWE BÛ PÊŞENGÊ ŞOREŞÊ’

Şengalî axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo birdozî, ji bo rêxistînî, di warê fikrî de her tim ev doz parast, di her şert û mercekî de xwedî li vê dozê derket. Ji ber ku ev hêz ev bîryardarî têde hebû, dikari biçe Başûrê Kurdistanê hemû kempa mezin bike. Ev îradeyek dixwast, bîryardarî dixwest. Hevrê Hêjar şerker bû û xwe gihand asta fermandarekî mezin. Bi keda xwe, xwe gihand pêşengê şoreşê. Ev di hevrêtiya xwe û dûristbûna xwe de raber dikir. Bi tekoşîna xwe dilsoz bû û hemû hevrê jê bawer bûn. Hevrê Hêjar bi dilnizmiya xwe, keda xwe û hevrêtiya xwe bû fermandar. Ev bû çandek di YBŞ’ê de. Sekna hevrê Hêjar ji bo me hemûyan mînak e. Hevrê Hêjar di warê pratîkî de ji gelê xwe û hevrêyên xwe re pêşengtî kir. Li kû zor û zehmetiyek hebûya hevrê Hêjar li wir bû. Ji ber ku dozekî wî hebû, gelê wî hatibû perçiqandin û hatibû bindestkirin. Ji bo gelê xwe bike îrade, bike hêza parastinê tekoşînekî pir xurt da meşandin.”

‘EM XWEDÎ LI FELSEFEYA RÊBER APO DERBIKEVIN DA KU BIKARIN ŞENGALEKE XWESER AVA BIKIN’

Şengalî herî dawî ev nirxandin kir: “Em jî wek hevrêyên wî , wek gelê vir yê amade, em wê sozê didin şehîdê xwe ku em Şengalekî xweser ava bikin. Bi sedan şehid hatin dayîn, ji bo xweserî û tekoşîna vî gelî, tekoşînekî mezin hat meşandin. Ji bo gel bibe îrade, yê ku ji vêre pêşengtî kirin ev şehîdê me ne. Hêviyê hemû şehîdê me ji bo gelê me yek e. Ji bo vê yekê pêwîste em îro tifaqa xwe çêkin. Yekîtiya xwe çêkin. Îro ji her demî zêdetir tekoşîn û tifaqa me pêwîst e. Êdî em ber bi serkeftinê ne, li ber bi azadiyê ne. Tenê yek tiştek me kêm maye ew jî tifaqa me ye. Îro şunde em ji her tiştî bêhtir bihevre bibin yek. Pêwîste em fikir û felsefa Rêber Apo bijîn da ku em bikaribin Şengalekî azad û xweser ava bikin. Em cardin Şehîd Hejar bibîr tînîn û ji malbata wî re sersaxî dixwazin.”

‘EV ŞEHÎD ŞEHÎDÊ ŞOREŞÊ YE, ŞEHÎDÊ ÊZIDXANÊ YE, ŞEHÎDÊ YBŞ’Ê YE’

Piştî Mazlûm Şengalî bavê Hêjar Şengalî mafê axaftinê girt, sersaxî ji bo gelê Kurd û hevrêyên Hejar re xwest . bavê Hêjar Şengalî wiha got: “Ev şehîd şehîdê şoreşê ye, Şehîdê Êzîdiya ye, yê YBŞ’ê ye. Em sere xwe pê bilind dikin. Ev tekoşîn biratiye, Êzdati ye. Serê me bilind e û em pê bi rumet in . Em serê xwe cardin li hember wî ditewînîn û em dibejin Şehîd namirin.”

Piştî merasîmê cenazeyê Fermandarê YBŞ Hêjar Şengalî, bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.