Cenazeyê du gerîlayên ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Mahsûm Ay û Oktay Selman ên ku di şerê li Taxa Tezyan a girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn, li warê lê jidayik bibûn hatin veşartin.

Ji bo teşxîskirina cenazeyên 7 gerîlayên HDP’ê yên ku di şerê beriya du rojan li Taxa Tizyan a girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê qewimî de jiyana xwe ji dest dabûn, biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Cenazeyê 4 gerîlayên ku hatin teşxîskirin ê Oktay Salma li gundê Barman ê girêdayî Stewrê û Mahsûm Ay jî li gundê Girê Mîra yê girêdayî navçeya Nisêbînê ji aliyê hezaran kesî ve hatin veşartin.

Cenazeyên gerîlayên ku navê wan nehatin zanîn yek birin navçeya Bîsmîl a Amedê û yê din jî bire navçeya Wêranşar a Rihayê.