Cenazeyê Adûgît hate veşartin
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît ku li girtîgeha PDK'ê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Çaldiran a Wanê hate veşartin.
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît ku li girtîgeha PDK'ê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Çaldiran a Wanê hate veşartin.
Hevserokê berê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê navçeya Çaldiran a Wanê Metîn Adûgît ku par ji aliyê hêzên Asayîşa Hewlêrê ve hate girtin di 10'ê Mijdarê de hate îdîakirin ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Metîn Adûgît doh êvarê ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê hate birin û li taxa Şikefta ya navçeyê hate veşartin.