Cenazeyê Adûgît birin Erzîromê

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît, ku li Herêma Kurdistanê ya Federe bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, ji Şirnexê birin Erzîromê.

Hevserokê berê yê DBP'ê yê Çaldiranê Metîn Adûgît, di 7'ê Mijdara 2020'î de li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû destgîrkirin, piştî sê rojan di 10'ê Mijdara 2020'î de bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Mirina Adûgît demeke dirêj nehate eşkerekirin. Malbata wî piştî du mehan pê hesiya. Rayedaran îdîa kirin ku Adûgît bi krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Adûgît bi hewldanên HDP'ê di 22'ê Çileyê de cenaze gihandin Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiyayê yê Şirnexê.

Cenaze du rojan li Şirnexê hate rawestandin û ji bo karê otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê.

Malbata Adûgît li Erzîromê li benda wergirtina cenaze ye.

Malbata Adûgît neçar ma ku di nava serma 20 pile li binê sifirê bi bivir û bêrê gorê bikole. Şaredariya Çaldiranê ya AKP'î ji bo kolandina gorê kepçe nedabû malbata Adûgît.