Cenazeyê Şehîd Ronî Welat hat veşartin

Cenazeyê Ronî Welat ê di 5’ê Kanûnê de şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Cenazeyê endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê û endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat, bi beşdariya bi hezaran kesan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlehî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Dêrazorê, nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, hevreyên şehîd û nûnerên Rêveberiya Xweser tevlî merasîmê bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ronî ji taxa Enteriyê wergirt û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan ber bi pakrewangehê ve bi rê ketin. Li pakrewangehê merasîmek hat lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê Mahsûm Hesen sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest.

Hesen li ser têkoşîna şehîd Ronî Welat got, şehîd Ronî yek ji stûnên şoreşa biratiya gelan e ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têkoşiya. Mahsûm Hesen her wiha got: "Dijmin fermandar Ronî kir hedef da ku îradeya ma lawaz bike û cudahiyê bixe navbera pêkhateyan; lê em dibêjin em ê hevgirtî ne, em ê têkoşîna şehîd berdewam bikin heta welatekî azad û demokratîk ava bikin, wê ala berxwedanê timî li ba be."

Ji fermandarên QSD û berdevkê YPG′ê Nûrî Mehmûd jî îşaret bi kesayeta şoreşgerî ya şehîd Ronî kir û wiha axivî: "Şehîd Ronî nimuneya rihê welatparêzî, exlaq û çandê bû. Di avakirina hêzên leşkerî yên xweser de mîrasek li pey xwe hişt.”

Mehmûd di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şehadeta Ronî îsrara wan a têkoşîna li hemberî siyasetên dijmin zêde dike û got: "Dijmin bi hedefkirina wî hewl da rihê şoreşgerî yê gelên herêmê bikuje, lê şehadeta wî îsrara me ya sekna li hemberî siyasetên dijmin zêdetir dike. Divê rastiya şerê taybet û siyasetên ku bi rêya xayîn û sîxuran li dijî herêmê têne meşandin werin fêmkirin. Divê em kesayet û taybetmendiyên şehîd di jiyana xwe de zindî bikin. Wekî QSD′ê em soz didin em ê şopdarên xeta şehîd bin, em ê têkoşînê mezin bikin da ku serkeftinê mîsgoer bikin û tola şehîd hilînin."

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Receb jî bal kişand li ser hevgirtina pêkhateyan û got, hevgirtina pêkhateyan tevahî komployên li dijî projeya demokratîk têk birin. Receb banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û xurtkirina yekitiya gelan kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Ronî Welat hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Xalê şehîd Ronî, Silêman Îsa jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ronî Welat bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyêndayikan hat veşartin.