Cenazeyê 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin definkirin

welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê û artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê li pêşiya nexweşxaneya Firatê ya bajarê Minbicê kom bûn, cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Îbrahîm (Mixtar) ku li gundê Hemre ya rojavayê bajêr, Sara Silêman (Zîlan Heleb) a di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Xinêz, Şêx El-Şêx ê ku li gundê Tirêciye yê başûrê bajêr û Mihemed El-Elî (Ebû Salih) ê li gundê Hûta yê dikeve rojavayê bajêr, jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

‫Li goristanê merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ve hate lidarxistin. Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Emîra Mihemed axivî û diyar kir ku şehîd finda ku dişewite, da gelên herêmê azad bike. Her wiha Emîra anî ziman ku divê hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşan, yekîtiya xwe ava bikin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ev peyam da:″Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çeperên şer de li ber xwe didin û bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ′ê û artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê didin.″

Her wiha Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Çîçek Minbic jî got ku divê gelê herêmê di vê pêvajoya hestiyar de ku herêm têre derbas dibe, bi berxwedan û têkoşîna xwe bersiva êrîşan bidin û axa xwe biparêzin.″

Endama Rêveberiya Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Emel Bozkêc jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku Meclîs nûnertiya vîna gelê Minbicê dike û çarenûsa herêmê diyar dike.

Piştî axaftinan, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her çar şervanan hate definkirin.