Cenazeyê 2 şervanên YPG'ê li Kobanê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanê YPG'ê Rêdûr û Şoreş Kobanê, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanê YPG'ê Rêdûr û Şoreş Kobanê, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG'ê Mihemed Mihemed (Rêdûr) û Şoreş Mihemed (Şoreş Kobanê) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fewziye Ebidî, Hevseroka TEV-DEMê Eyşe Efendî, Nûnerên Rêveberiya Xweser û Endamên Saziyên Sivîl û welatiyên bajêr tevlî merasîmê bûn.
Li Goristana Şehîd Dîcle, merasîmekî leşkerî ji aliyê Şervanên YPG/YPJ'ê ve hat lidarxistin. Piştre Hevserokê Meclîsa gundên rojhilatê Kantonê Mihemed Eswed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran û tevahî gelê Sûriyê re xwest û wiha got: "Bi yekitî û hevgirtina gel, bakurê Sûriyeyê ji terorê tê rizgarkirin."
Serokê Desteya Edaletê Bekir Ciradê jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha got: ″Bila malbatên şehîdan bi zarokên xwe serbilind bin, ji ber ku wan ji bo azadiya gelê xwe û welatê xwe, canê xwe feda kir û soza şopandina rêya şervanan da.”
Bavê şehîd Rêdûr, Şiblî Mihemed jî di merasîmê de axivî û wiha got: 'Şervanan bi fedekariya xwe yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê li dijî terorê ava dikin û soza şopandina rêya kurê xwe da."
Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.