Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Dirbêsiyê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Umer û Mihemmed Mesûd ên 1’ê Nîsanê di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Til Hewas jiyana xwe dest dabûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Umer û Mihemmed Mesûd ên 1’ê Nîsanê di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Til Hewas jiyana xwe dest dabûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hatin veşartin.
Li Serêkaniyê û Dirbêsiyê bi sedan kes ji bo cenazeyên şervanên YPG’ê Ûmer Hisên(Şervan Hesekê) û Mihemmed Mesûd (Zinar Hesekê) bigrin, li ber Nexweşxaneya Roj kombûn. Piştî ku girse cenazeyan girtin ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî a ku 10 km dikeve rojavayê Dirbêsiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Cahid Hesen axivî û got ku li tevahî Rojhilata Navîn li dijî terorê şer dikin û wiha got: ″Ji bo avakirina jiyaneke azad,divê em rêxistina xwe xurt bikin.″
Li ser navê YPG-YPJ ê jî Agirî Jiyan axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xastin.
Birayê servanê YPG’ê Zinar Hesekê , Zayîd Kurdî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bibe şopdarê rêya birê xwe.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê her 2 şervanan bi tîlîlî û dûrişman ve hate veşartin.