Cenazeyê 2 şervanên QSD'ê li Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî, cenazeyên Şervanên QSD'ê Necim El-Betha û Mûstefa El-Reqawî bi merasîmekê li Gorîstana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Welatiyên bajarê Girê Spî, cenazeyên Şervanên QSD'ê Necim El-Betha û Mûstefa El-Reqawî bi merasîmekê li Gorîstana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên şevanên QSD′ê Necim El-Betha û Mustefa El-Reqawî ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê bi merasîmekê veşartin.
Hevserokên Rêveberiya Xweser a bajêr Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid, Endamên Saziyên TEV-DEM'ê, û Nûnerên Saziya Civaka Sivîl di merasîmê de amadebûn.
Li goristanê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajêr Zelîxe Ebdî axivî û sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û wiha got; "Em soza ku me dayî şervanan dûbare dikin. Wê bajarê Reqayê bi xwîna şehîdan were rizgarkirin."
Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a bajêr Wehîd Ebdullah jî axivî û diyar kir ku şervanên qehreman canê xwe di oxira rizgarkirin û parastina axa welatê xwe de, didin. Her wiha serkeftinên ku hêzên QSD'ê û YPG/YPJ′ê li çeperên berxwedanê bi dest dixin, pîroz kir.
Piştre nasnameya her 2 şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanan bi dirûşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê hatin veşartin.