Cenazeyê 104 şengaliyên hatibûn qetilkirin îro digihêje Şengalê

Biryare ku îro cenazeyê 104 welatiyên Êzidî yên di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de li Koço hatibûn qetilkirin û bi komî hatibûn veşartin, li Şengalê bi merasîmekê bên veşartin.

Rojên borî bi tevlîbûna Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazim û gelek rayedarên Iraqê ji bo 104 qurbaniyên komkujiya gundê Koço li Bexda Merasîmek hatibû lidarxistin. Îro li bendê ye ku cenazeyên 104 welatiyên Êzidî bi merasîmeke girseyî li Şengalê bên veşartin.

Cenazeyên piranî qûrbaniyan li êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gundê Koço li gorên komî hatibûn veşartin û piştî derxistina wan cenazeyan û ji bo testa DNA’yê biribûn Bexdayê.

DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an dema êrîşî Şengalê kiribû, komkujiyeke mezin anî serê civaka Êzidî û di encama vê êrîşê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û di serî de jin û zarok bi hezaran kes jî hatibûn revandin, niha jî aqûbeta gelek jin û keçên Êzidî nediyar in.