Cemîl Bayik: Erdogan her ku têk diçe xwe li derewan digire

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik li ser daxuyaniya Erdogan a, ‘’Li Qendîlê me qedroya lîder a PKK’ê bome kir’’ got, ev bi temamî derew  e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, got Serokkomarê Tirk Erdogan bi propagandaya ser derewan dixwaze hilbijartinê bi ser bixe û got, ‘’Êdî ev derew wê nikaribin Erdogan xilas bikin.’’

Li ser êrîşên li ser Qendîlê jî Bayik got, ‘’Artêşa Tirk nikare were Qendîlê, ev ne pêkan e. Heke were jî nikare encamê bistîne.’’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li Qadên Parastinê yên Medyayê ji ANF’ê re axivî.

Di daxuyaniyên Bayik de sernavên ku derketin pêş:

‘’Tirkiye di rewşeke wiha de ya bi derewên mezin, zext û şantajê de diçe hilbijartinan. Tayyîp Erdogan ev çend roj in li meydana mîtîngan derewan dike. Dixwaze civakê li ser vê bingehê bixapîne û bi nîjatperestî, şowenîzmê û bi rakirina faşîzmê dixwaze hilbijartinê bi ser bixe.

‘NEYNÛKA HEVLEKÎ ME JÎ NEEŞIYAYEYE’

Ev çend roj in li meydana mîtîngê dibêje wan Qendîl bombe kirine, bi ser de, xwedêgiravî dema ku rêveberiya me di civînê de bûye bombe kiriye û 35 hevalên me şehîd bûne. Ev bi temamî derew e. Dev ji şehîdbûna hevalekî me yê rêveberiyê biqerin, hevalekî me yê şervan jî şehîd nebûye, neynûka yekî jî neêşiyaye. Propagandayeke li ser derewan dike. Bêyî ku şerm û fedî bike van derewan dike.

Heke hin kes derewan dikin divê hûn sedemên wê baş zanbin. Ev tê maneya ku sûcê wî yên giran hene, neçar e, bêhêz e, qels e, bi tirsa têkçûnê ye û ji bo vê derewên wiha dike. Ev rewş bi tiştekî dî nayê gotin.

Çapemeniya Tirk mînak ku ev daxuyanî rast bin didin. Kînan çapemenî dide? A bi ser Erdogan ve, çapemeniya ku bi fermana wî tevdigere vê dide. Beriya her tiştî divê li gorî rêgezên çapemeniyê, exlaqê vê bimeşe. Lê em dibînin ku çapemeniya Tirkiyê bi giştî di xizmeta Erdogan de ye. Erdogan kîjan derewê bike wê derdixin pêş. Di televizyon û radyoyan de vê didin. Wiha jî dixwazin civakê bixapînin..

DI MISILMANTIYÊ DE DEREW TINE

Di Misilmantiyê de derew tine. Derew bêexlaqî ye. Erdogan bi derewkirinê bêexlaqiyê dike. Dixwazin civakê bixapîne. Bi derew û xapandinê dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Dixwaze civakê bike amûra vê. Ji bo vê jî derewan dike. Derewa Efrînê dike. Ji bo ku HDP bi ser nekeve li Stenbolê fermanên bi dizî ve dide zilmanên xwe. Cvînan dike. Ji Ajansa Anadoluyê re dibêje ‘nûçeyên çêbikin ku 52 ji 100’î em bi ser bikin, hûn dikarin  vê biweşînin û bikin’. Li Pirsûsê welatparêz hatin kuştin. Tim propaganda kirin û got ev komkujî PKK’ê, HDP’ê kiriye. Ev jî têrê nekir gotin hewl dan ku namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê jî tevî nav vî karî bikin. Bi kurtasî dixwazin ser vê bigirin. Ev têrê nekir, xwedêgiravî dema ku rêveberiya me di civînê de bûye, bi balafiran Qendîl bombe kirine û 35 hevalên me şehîd bûne. Tim dixwazin vê berbelav bikin. Bi van hmeûyan dixwazin gelên Tirkiyê bixapînin. Bi derewan dixwazin hilbijartinê bibin, desthilatdariya xwe li ser ê zemînê dixwazin biparêzin.’’

DEREWÊN ERDOGAN QEDIYAN

Li nav gel tê gotin, ‘’dûvika derewan kurt e’’. Êdî derewên Erdogan jî qediyan. Heta niha bi derewan tim dikarîbû civakê bixapîne. Gelek derdor bi van derewan dixapiyan. Lê êdî dawiya van derewên wan hat. Êdî kes naxape. Bi ser de derewa ku li Qendîlê dema ku 35 hevalên me di civînê bûne û lêxistine, ev dereweke bidûvik e, medyya ku jê re alîgir dibêjin jî ji vê re bûye amûr, û ev her tiştî radixe ber çavan. Tiştekî wiha tine û nehatiye jiyîn. Ne ji rêveberiya me, ji şervanên me kesek şehîd nebûye, birîndar nebûye. Bi temamî propagandayeke reş e

Her kes dizane, seraqet Qendîlê bombe dikin. Heta niha gelek caran hata bombekirin. Hem jî bi gelek balafiran. Qendîl dîsa tê bombekirin. Lê wek ku cara pêşî tê bombekirin didin. Dîsa tim dibêjin, ‘’Em nêzî  Qendîlê bûne, ev qas kilometre man, em ê encamê bistînin’’ tim wiha di çapemeniyê de didin. Heta niha ji bejahiyê ve neketine Qendîlê. Lê tim bi balafiran bombe dikin, ev rast e. Ji derewên wan jî diyar e ku heta niha ti encam nestandine.

WIHA NE HÊSAN E KU BIKEVIN QENDÎLÊ

Wiha ne hêsan e ku bikevin Qendîlê. Tenê ku PDK bibe alîkar, destkê bide, din av de be, Tirkiye ji hêla bejahiyê ve dikare were. Ji ber ku mesafeyeke pir zêde heye. Çiya hene, gelî hene, ne wiha hêsan û pêkan e ku Tirkiye were Qendîlê. Heke werin jî tiştekî ku bikin tine. Divê her kes vê wiha bizanibe.

Erdogan faşîst li dora xwe kom kirine, blokeke faşîst çêkriye, bi van faşîstan her gefê dixwe û şantajê dike. Zextan dik. Mirovan digire. Komkujiyan dike. Nûçeyên derew bela dike. Wiha dixwaze bandorê li ser raya giştî bike û di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Heke mirovek tim derewan bike, tim mekîneya derewan bişixulîne, ev nîşan dide ku êdî dawiya wî hatiye. Nîşan dide ku neçar e, ditirse, dixwaze ser sûcê we bigire.

ERDOGAN HÊVIYA XWE BI MEKÎNEYA DEREWAN VE GIRÊDAYE

Erdogan mekîneya derewan ne ku tenê dixebigtîne, her wiha hêviya xwe jî pê ve girêdaye. Her wiha şalavên wî jî tim vê mekîneya derewan dixebitînin. Yek ji serekê van jî kesekî bi navê Suleyman Soylu ye. Ew derewên ji yên Erdogan zêdetir hildiberîne lê kes zêde qîmetê bi derewên wî nayîne. Mînak li Pirsûsê welatparêz hatin kuştin, dibêje, ‘’PKK, HDP, CHP’ê ev kir. Ji Muharrem Înce destek standin, ji bo vê ev bûyer bûn’’. Wiha hewl dide berovajî bike. Bi vî awayî diwazin di nav raya giştî de ji xwe re destekê çêbikin.

REWATIYA HILBIJARTINÊ JI HOLÊ RAKIRINI

Ev kirinên wan, ji niha ve rewatiya hilbijartinê ji holê rakiriye. Ev hilbijartin zêde rewa nayê dîtin. Erdogan vekirî dibêje, ’’HDP çi dibe bila bibe, divê hemû derfet werin bikaranîn û di bin bendê de were hiştin’’. Van fermanan dide her kesî. Li Pirsûsê bi komkujiyan Kurdan çavtirsandî dikin da ku kes dengê xwe nede HDP’ê. Tevî van hemûyan derewa li ser Qendîlê dikin. Wiha dixwazin vîna her kesî bişkînin. Dixwazin bêbaweriyê, bêmoraliyê belav bikin û hilbijartinê bi ser bixin.

Ev kêferatên pûç û vala ne. Bi derewên wiha nikarin civakê bixapînin. Heta niha belkî encam distandin lê êdî nema dikarin. Gelên Tirkiyê û bi taybetî derdorên Misilman dîtin ku Erdogan çendî derewîn e. Herî dawî derewa ser Q endîlê nîşan dide bê ka rastiya Erdogan çiye.

ERDOGAN, EKÎBAN ÇÎLLER Û AGAR

Erdogan Mehmet Agar, Çîller, Bahçelî da rex xwe, bi şantaj, gefxwarin, girtin, kuştin û zexta li ser hundir û derve jê weye ku wê encamê bistîne.

Hin dewletên Rojavî hê jî destekê didin Erdogan. Mirov van fêhm nake. Behsa mafê mirovan, demokrasiyê dikin, dizanin ku Erdogan li Tirkiyê klîkeke faşîst e, her cure rêbazên van bi kar tîne, dixwaze hêzên demokrasiyê, gelan bipirnisîne, çawa nabînin ku bi vî awayî dixwaze li ser desthilatê bimîne, çawa fêhm nakin, çawa ev çend li dûrî nirxên xwe dikevin, ez vê bi bi gelê me û hêzên demokrasiyê ve dihêlim.

DESTEKA LI ERDOGAN DESTEKA LI KOMKUJIYAN E

Gelê me û hemû gelên Tirkiyê, hêzên demokrasi û sosyalîst, hemû kesên dijî faşîzmê û rejîma otorîter dizanin ku ev bloka faşîst çawa çêbûye, pir dizanin ku berê çi kiriye.

Ên ku ji xwe re dibêje, Kurd e, sosyalîst e, têkoşîna demokrasiyê dide, li dijî faşîzmê ye, ê ku dibêje li Tirkiyê ez li dijî dîktatoriya yek kesî ye, diyar e ku wê destekê nede Erdogan. Ji ber ku her kes dizane ku Erdogan, Bahçelî, Çîller û Agar berê çi bi serê gelê me de anîn. Destek ali van, destek ali komkujî, zext, şantaj, gef, sorgon û kuştinên kiryar nediyar e. Desteka li van desteka li dagirkirina Efrînê, guherandina demografîk a li wir û qirkirinê ye. Destek ali van, desteka komkujî, hilweşandin, hovîtiya li li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Hezex, Gever, Silopya ye. Destek ali van desteka bombekirina goristanan, tinekirina wan, li ser navê Kurdbûnê her çi hebe, desteka jiholêkirina vê ye. Desteka li van, desteka zindaîkirina parlamenter, hevşaredar û endamên meclîsê ye, yên ku bi vîna gel hatin hilbijartin; desteka li van, desteka zindaîkirina bi hezaran HDP’yî, welatparêz, sosyalîst, hêzên demokrasiyê, nûçegihan e. Destek ali van desteka li wê ye ku bi hezaran mirov ji kar werin avêtin. Desteka li van destek ali Rewşa Awarte ye. Bi kurtasî desteka li dîktatoriya faşîst a Erdogan, Bahçelî, Çîller û Agar e, destek ali dîktatoriya mêtinger û qirker e.

DIVÊ BERSIVA HEWCE JI BO REVDEYA FAŞÎST HEBE

Biya min heçiyê li dijî faşîzmê wê dora bloka demokrasiyê yekîtiya xwe geştir bikin, wê HDP ku temsîla bloka demokrasiyê dike bi rengekî xurt biçe Meclîsê. Encex wiha mirov dikare bersiva hewce bide revdeya faşîst. Bi çûna meclîsê ya HDP’ê mirov dikare pêşî li faşîzmê bigire û berovajî vê li Tirkiyê faşîzm wê bi sazûman bibe, ez dibêjim her kesî ev fêhm kiriye. Ev revdeya faşîst ne tenê li dijî PKK’ê û Kurdan e, çi kesê ku xizmetê ji wan re nake, li dijî wan e jî. Jixwe dema ku mirov li gotinên wan binere, ji HDP’ê bigirin ta bi CHP’ê, ÎYÎ Partî, heta bi Partiya Saadetê, bi kurtasî çi kesê ku dijî wan in, li dijî wan şer ragihandine. Biya min, bi taybetî jî beşê Misilman wê êdî rastiya van bibînin û bi derewên wan nexapin. Ez dibêjim ev jî bi hêzên demokrasiyê re, li djî revdeya faşîst wê hêzên bidin têkoşîna demokrasiyê.

BI PIŞTGIRIYA HDP’Ê RE DIVÊ FAŞÎZM TÊK BIÇE

Vê hilbijartina li Tirkiyeyê ne hilbijartineke normal e. Gelo ew ê li Tirkiyeyê faşîzm bi ser bikeve yan jî ew ê di warê demokratîkbûnê de gav werin avêtin? Têkoşîna vî tiştî tê kirin. Ji ber vê jî hemû kesên li dijî faşîzm û mêtingeriyê divê li dora HDP’ê bibin xeleq û HDP’ê bişînin meclîsê. Heke ev tişt were kirin ew ê faşîzm têk biçe. Ev tişt li Tirkiyeyê ew ê rêya demokrasiyê veke. Piştî ku her kesî dengê xwe da divê cihê dengdayînê neterikînin. Heta ku sindoq hatin vekirin û qeydên fermî hatin belavkirin, divê ji wê derê dûr nekevin. Ji ber ku fen û fûtên wan ji niha ve derketine holê. Jixwe cihê gelek sindoqan diguherînin, asteng dikin ku mirov dengê xwe bidin. Bi şantaj, gef û fenan dixwazin di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Hemû derfetên xwe bi kar tînin. Heke her kes dengê xwe bide û sindoqan biparêze, ew çiqasî fenan bikin jî ew ê teqez têk biçin. Bala xwe bidinê Erdogan hemû kampanyaya xwe ya hilbijartinê li ser dijminatiya PKK û Kurdan ava dike. Dixwazin HDP’ê bikin hedef. Divê mirov diyar bike ku van derewên wan êdî bi kêr nayê. Ez dixwazin bang li hemû gelê Kurd, Elewî, hêzên sosyalîst, Suryan, Êzidî û hemû gelên Tirkiyeyê bikim,  divê her kes li dora HDP’ê bibe xeleq, dengê xwe bide, wêrek be û vê têkoşînê bidomîne. Divê xwedî li deng û îradeya xwe derkeve. Heke ev tişt were kirin ew ê li Tirkiyeyê di warê demokratîkbûnê de gav were avêtin û ew ê faşîzm têk biçe. Li ser vî esasî ez silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.