Cejna Batizmiyê li Şengalê tê pîrozkirin

Cejna Batizmiyê li Şengalê tê pîrozkirin. Di vê cejnê de gelek rê û rismên ola Êzidiyan tê gêran. Hêviyên gelê Şengalê jî ev e ku di vê cejnê de keç û jinên wan ji destê DAÎŞ’ê werin rizgarkirin.

Cejna Batizmiyê li Şengalê tê pîrozkirin. Di vê cejnê de gelek rê û rismên ola Êzidiyan tê gêran. Hêviyên gelê Şengalê jî ev e ku di vê cejnê de keç û jinên wan werin rizgarkirin. Di heman demê de ji vê cejnê re dibêjin Cejna Pîrê Arî. Di vê cejnê de jî daxwazên gelê Şengalê ev e ku di sala nû de Êzidiyên ku li kampan dijîn, vegerin ser axa xwe û keç û jinên wan ên di destê DAÎŞ’ê de ne, werin rizgarkirin.

Dayîka bi navê Nadir Derwêş cejna Pîrê Arî pîroz kir û got: “Cejnên beriya fermanê gelekî xweştir bûn. Ji ber ku wê demê keç û jinên me neketibûn destên çeteyên DAÎŞ’ê.” Dayîkê diyar kir ku ew êvara Şemiyê deziyê bi navê Basimbar çêdikin û di cejnê de civaka Êzidî diçin serdana hev.”

Ciwanê bi navê Mûrat Berkat jî diyar kir ku ev cejn bêtir a eşîra Cêlka ye û ew cejna wan pîroz dike. Berkat got: “Di vê cejnê de em ji mal dernakevin û em bi tenê xizmeta mêvanan dikin. Di cejnên beriya fermanê de me şahî lidar dixistin, lê niha em ji hev dûr ketine. Hêvî û daxwaza me ev e ku em dayîk û xwişkên me ji nav destê dijminan werin rizgarkirin.”

Çoqî Îdo jî ji bo cejnê got: “Cejna me heft roj e, em 3 rojan rojiyê digirin û roja 4’an em qurbaniyan didin. Em heft pariyan ji bo qurbaniyan derdixin der. Em ji roja Çarşemê û heta roja Yekşemê çirayan hel dikin. Basimbar jî nîşaneke ola Êzidiyan e û jê re dibêjin nîşana Pîrê Arî. Di vê cejnê de hêvî û daxwazên me ev in ku dayîk û xwişkên me yên d destê DAÎŞ’ê de werin rizgarkirin.”