Cebar Yawer: Dewleta Tirk dixwaze bikeve herêma Qendîl û Silêmaniyê

Şêwirmendê berê yê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer anî ziman ku dewlet Tirk dixwaze bikeve herêmên nêzî Qendîl û Silêmaniyê.

Şêwirmendê berê yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji ROJNEWS’ê re axivî û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê da.

Yawer da zanîn ku dewleta Tirk heta niha qanûnên navneteweyî li ber çavan negirtiye û got: “Dewleta Tirk ji ber sedemên ne rast hewl dide bi kûrahiya 40 kîlometreyî derbasî xaka Herêma Kurdistanê bibe. Bi taybetî jî armanc dike ku bikeve herêmên nêzî Qendîl û Silêmaniyê. Li gorî nexşerêya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve hatiye weşandin, 87 navendên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hene.”

Yawer, rexne li hikûmeta Iraqê jî kir û got: “Heya niha hikûmeta Iraqê der barê êrîşên hewayî de ti helwest nîşan nedaye. Dewleta Tirk car caran bi kûrahiya 300 kîlometreyan dikeve xaka Iraqê. Bêdengiya hikûmeta Iraqê nîşan dide ku di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê de lihevkirinek pêk hatiye. Eger ne wisan jî be, wê demê bêdengiya Iraqê ji bo lihevkirina ewlekarî ya di navbera Bexda û Iraqê de rêxweş dike.”