Cangoriyên Çiyayê Kurmênc azadiya Efrînê kirin wesiyet

Di berxwedana "Çiyayê Kurmênc" de ku bi navê "Berxwedana Serdemê" cihê xwe di dîrokê de girt, gelek şervan û fermandaran bi çalakiyên canbexşane mohra xwe li dîrokê xistin û azadiya Efrînê ji şopdarên xwe re kirin wesiyet.

Dewleta Tirk bi çekên NATO'yê, bi desteka Rûsyayê û bi dehan hezar çeteyên xwe yên cîhadîst, roja 20'ê Çileya 2018'an li dijî Efrînê dest bi êrîşa dagirkeriyê kirin. Bi pêşengiya YPG/YPJ, Hêzên Şoreşger, Erka Xweparastinê, Hêzên Asayîşê û HPC a ji gel pêk tê, li dijî êrîşên dagirkeiryê berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Gel û hêzên parastinê yên Efrînê, berdêlên giran da û 58 rojan li dijî dagirkeriyê bi rengekî bê eman li ber xwe dan.

JI SÊ ALIYAN VE DEST BI ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ KIRIN

Li Efrînê ku sê aliyên xwe ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve girtî bû, êrîşan li aliyê rojhilat ji Ezazê, li aliyê bakur ji Kîlîsê, li aliyê rojava ji Hatayê û li aliyê başûrê rojava jî ji Kampa Penaberan a Atmê dest pê kirin. Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, sê hefteyên destpêkê nekarîn li pêşberî berxwedana bi pêşengiya YPG/YPJ bi pêş ve biçin. Derbeke giran xwarin û windahiyên giran dan.

BI ÇEKÊN GIRAN 24 SAETAN BOMBERDÛMAN KIRIN

Artêşa Tirk ku windahiyên giran da, hewl da bi bomberdûmana hewayî encamê bigire. Bi balafirên şer, Firokên Bêmirov (ÎHA), Firotên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) 24 saetan ji sê aliyan ve bombe li sivîlên li nava bajêr barand. Ji ber êrîşan bi sedan sivîl şehîd bûn, zêdeyî hezar jî birîndar bûn.

DINYAYÊ XWE KER Û LAL KIR

Efrîn ku navçeyeke Helebê ye, bi 7 bajarokên xwe (Cindirêsê, Şiyê, Mabeta, Raco, Bilbilê, Şera û Şêrawa) ji berxwedanê venegeriya. Gelê Efrînê bi fedakariyeke mezin, di nava bomberdûmanê de berê xwe da bajarokên dihatin bombekirin û gelek caran nîşan da ku ew li pişt şervanên xwe ye. Lê belê raya giştî ya dinyayê xwe ker û lal kiribû.

LI GEL BIRYARA KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, KOMKUJÎ KIRIN

Ji ber bazara navbera dewleta Tirk û Rûsyayê ya li ser Efrînê û Gûta Rojhilat, heman demê veguhestina çeteyan ji Gûta Rojhilat di rojevê de bû. Ji ber vê yekê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi pêşnûme biryarekê 'biryar' stend ku mehekê li Sûriyeyê 'agirbest' hebe. Lê belê dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnegeriya û êrîşên xwe dewam kir. Raya giştî ya dinyayê jî ji xwe xwe li ker û laliyê danîbû.

GELAN BERÊ XWE DAN EFRÎNÊ

Ji bo pêşî li êrîşan were girtin, bi hezaran Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkes, Êzidî, Ermenî û mirovên ji baweriyên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bajarên cuda berê xwe dan Efrînê. Çalakiyên mertalên zindî destpêka meha Sibatê dest pê kirin û heta nava meha Adarê dewam kirin. Li Şengal û Başûrê Kurdistanê jî gel daket qadan û meşiya. Li gel astengiyên rejîmê û Rûsyayê û tevî êrîşên dewleta Tirk, gelan berê xwe dan Efrînê û bi çalakiyên nobedê re îradeya xwe nîşan dan.

BERXWEDANA CANBEXŞANE

Bi sedan şervanên YPG/YPJ, Hêzên Şoreşger, Asayîş û endamên HPC'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dan û şehîd bûn. Ala berxwedanê radestî şopdarên xwe kirin. Di berxwedana "Çiyayê Kurmênc" de ku bi navê "Berxwedana Serdemê" cihê xwe di dîrokê de girt, gelek şervan û fermandaran bi çalakiyên canbexşane mohra xwe li dîrokê xistin û azadiya Efrînê ji şopdarên xwe re kirin wesiyet.

CANGORIYÊN ÇIYAYÊ KURMÊNC

Efrîn cih û warê Arîn Mîrkan e ku yek ji sembolên berxwedana Kobanê bû. Ala Avesta Xabûr (Zelûx Hemo) di destê Barîn Kobanê (Emîne Mistefa Omer), Karker Çiya (Dindar Bozan), Polat Efrîn (Merwan Omer), Îlan Kobanê (Ehmed Welo), Rêber Celal (Receb Ayar), Qehreman Cûdî (Remedan Bico), Rosyar Vejîn (Gulistan Hec Mislim), Viyan Tolhildan (Gulistan Elî) û Xemgîn Efrîn (Îmad Sido) bilind bû.

DERBÊN GIRAN LI DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ HATIN XISTIN

Şervanên YPG/YPJ'ê di qonaxa destpêkê ya Berxwedana Serdemê de ku 58 rojan dewam kir, bi taybetî li navçeya Racoyê li eniyên Efrînê hemûyan derbên giran li dagirkeran dan. Nexasim li qadên Şêxûrzê, Basûtê, Gundê Mezin, Gobelê û Kîmarê'de dewleta Tirk û çeteyên wê li ser hev derbên giran xwarin.

RÊVEBERIYA EFRÎNÊ BIRYARA VEGUHESTINA GEL DA

Ji ber ku êrîş yekser li sivîlan dihatin kirin û metirsiyeke mezin a komkujiyê hebû, Rêveberiya Efrînê roja 16'ê Adarê biryar da ku gel ji Efrînê derkeve. Lê belê şervanên YPG/YPJ'ê rêbaza xwe ya berxwedanê guherandin û dest bi çalakiyên bi rêbaza gerîla kirin. Piştre Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê û Hêzên Rizgariya Efrînê ava bûn. Berxwedana bi vê rêbazê saleke dewma dike û li bejahiya Efrînê û navenda navçeyê rojane derb li artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirker tên xistin.

BERXWEDANA DÎROKÎ YA 58 ROJAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê roja 18'ê Adarê li Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Berxwedana Efrînê ketiye qonaxeke nû. Ji bo pêşî li felaketeke mezin a însanî were girtin, me biryar dan ku sivîlan ji bajêr derxînin." Di daxuyaniyê de li ser 58 rojên berxwedanê jî hate gotin, "Jin, zarok û extiyar jî di nav de 500 sivîl şehîd bûn, 1030 sivîl jî birîndar bûn. 820 şervan şehîd bûn."

Sibe: Sedemên derketina ji Efrînê, şert û mercên koçberiyê yên li Şehbayê