Candemîr ji ber nivîsa 'Deng nedin AKP'ê ket ber lêpirsînê

Rojnamevan Oktay Candemîr bi îdîa û sûcdariya "gel sor kiriye û hewl daye dijminatiyê bixe nava civakê" ket ber lêpirsînê.

Dozgerên ku li dijî Şevkî Yilmaz ê got, "Serê HDP'yiyan jê bikin" û têkildarî kesên êrîşî avahiyên HDP'ê kirin tiştek nekirine, ji ber nivîsa "Deng nedin AKP'ê" li dijî rojnamevan Oktay Candemîr ketin nava liv û tevgerê.

Candemîr tevî parêzerê xwe Bariş Oflas, çû Midûriyeta Emniyetê ya Tûşbayê û îfade da. Candemîr da xuyakirin, ku rewşa heyî zerarê dide aştiya civakî û ji bo hilbijêrên AKP'ê di hilbijartina pêş de deng nedin AKP'ê û bi vî rengî pêşî li vê rewşê bigirin, wî nivîsî ye.