Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê li dijî artêşa Tirk lidar xistin, agahiyên berfireh da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê li dijî artêşa Tirk lidar xistin, agahiyên berfireh da.
Di daxuyaniyê de, nasnameya gerîlayekî li navçeya Silopiya ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, hate eşkerekirin.
ÇALAKIYÊN LI ÇELÊ
Li gorî daxuyaniyê, roja 10'ê Nîsanê saet di navbera 10:30-11:00 de hêzên gerîla li girê koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin, ku leşkerên Tirk lê bi cih bû bûn. Di vê çalakiyê de bi çekên giran derb li konetynir, kon û çeperan hate xistin. Di encama çalakiyê de li ser vî girî teqînekê rû da. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.
10'ê Nîsanê saet di 13:00 de li herêma Deştan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê, balafireke bê mirov a bi tîpa dorne hate xistin. Ev balafira ku li herêma Deştanê keşf dikir, ji aliyê gerîla ve bi çekên ferdî hate xistin. Di encama derbên lê ketî de, balafira keşfê li cihekî nêzî qereqola Deştanê kete xwarê.
NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI ŞIRNEXÊ JIYANA XWE JI DEST DA
HPG'ê li ser gerîlayê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, ev agahî da:
"Li ser operasyona artêşa Tirk a li herêma Girê Çolya yê navçeya Silopiya ya Şirnexê, me duh daxuyaniyek weşandibû û agahiyên hê baş zelal nebû bûn parve kiribûn. Di dema vê operasyonê de gerîla xwe berdan nava yekîneyeke leşkerî. Ev çalakî roja 7'ê Nîsanê saet di 12:00 de pêk hat. Piştî vê çalakiyê hevrêyê me Tûfan (Ramazan Abûzeytoglû) şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye, bi vî rengî ye:
Nasnav: Tûfan Botan
Nav paşnav: Ramazan Abûzeytoglû
Cihê jidayikbûnê Şirnex
Dayik-Bav: Nûriye Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2017 / Şirnex