Çalakiya welatiyên Êzidî ya li Şengalê bi dawî bû

Sazî, dezgeh û cemaetên cuda yên herêma Şengalê ku bi xwepêşandan û daxuyaniyek hevpar helwesta xwe ya li dijî PDK’ê nîşan dan, çalakiya xwe bidawî kirin.

Çalakiya ji aliyê rêveberên Mala Êzidiyan, Qasim Şivan ku di fermana 73’yan de serkêşiya komek berxwedanê dikir, Koma Ciwanên Êzidî, şêniyên gundê Kersê, Serdeştê, Kolka, Borik, Şerfedîn û oldarên Êzidî yên cemaetên cuda ve hate organîzekirin, bi dawî bû .

Piştî daxuyaniya hevpar a li ser Çiyayê Şengalê û axaftinên hatine kirin, girseya gel ku ji hezar kesî pêk tê, bi pankartên wekî, “3’yê heyva 8 a 2014’an Êzidî hatin qetilkirin, di 3’yê heyva 3’yan de jî Êzîdi di nava siyasetê de hatin qetilkirin”, “Êzidiyan rizgar bikin, komkujiyan bisekinîn”, “Ji dîktatoriyê re na, ji desthilatdariyê re na, ji azadî û îradeya civaka  Êzîdî re erê” û “Gel cihê biryarê ye Êzidî xwe bi xwe biryara xwe dide” vekirbûn dest bi meşê kirin.

Çalakvan heta ber Meclîsa Avakar a Şengalê meşiyan û piştî dirûşman çalakî bidawî bû.