NÛ BÛ

Çalakiya li dijî navenda polîsan a li Amedê HPG’ê girt ser xwe

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiya berfireh a li dijî Şaxa TEM’ê û Hêza Çewîk A Midûryeta Emniyetê ya Amedê daxuyaniyekî nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakî di encama amadekariyekî profesyonel de pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser êrîşên qirker ên AKP-MHP’ê ya li ser Kurdan, hat diyarkirin ku çalakî ji bo bîranîna ‘Şehîdên Amedê’ pêk hatiye. HPG’ê, destnîşan kir ku gerîlayên ku çalakî lidar xistine bi sax û silametî gihiştine cihên xwe.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Koalîsyona AKP-MHP’ê ya ku ji bo sîstema xwe ya faşîst têxin meriyetê referandûmê didin pêş, di zivistanê de li ser gelê me polîtîkayên pêkutî, girtin, avêtina ji kar meşandiye û li girtîgehan jî tecrîd, pêkutî û îşkence jî zêdetir kiriye. Vê tifaqa faşîst a ku digot “Di meha Nîsanê de wê kes nikaribe navê PKK’ê bibêje”, bi operasyonên qirkirina siyasî bi hezaran siyasetmedarên Kurd avêtiye zindanan û bi operasyonên berfireh hatine ser hêzên me yên gerîlla.

Li hemberî van tiştan, helwesta berxwedêr a gelê me û tecrubeya bi salan a hêzên me yên gerîlla, koalîsyona AKP-MHP’ê têk biriye. Gelê me di Newrozê de diyar kir ku polîtîkayên faşîst ên rejîma AKP-MHP’ê tu encam nestendiye û hêzên me yên gerîlla bi çalakiyên xwe ev tişt nîşanî her kesî daye.

ÇALAKÎ BI AMADEKARIYEKE PROFESYONEL HATE KIRIN

Hêzên me yên gerîlla herî dawîn di 11’ê Nîsanê de (duh) li Baglarê ya Amedê li hemberî Gerînendetiya Emnîyetê û Avahiya Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê, çalakiyeke berfireh pêk aniye. Piştî amadekariyeke profesyonel, 2540 kîlo teqemenî ji binê erdê li bin avahiya ku her carê 150-200 polîsên hêzên çevîk lê hene, di dema mesaiyê ango di 10.45’an de hatiye teqandin. Tîma me ya çalakiyê ya ku peywira xwe bi serkeftî bi cih anî, bêyî windahî dûre gihiştiye baregeha xwe.

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN AMEDÊ

Ev çalakî ji bo hevrêyên me yên di operasyonên meha Adarê yên li Eyaleta Amedê de bi qehremanî li ber xwe dan û gihiştin şehadetê, û ji bo hişyariya polîtîkayên tecrîd, îzolasyon û pêkutî û îşkenceyê yên koalîsyona AKP-MHP’ê yên li ser girtîgehan, hatiye kirin.

Profesyoneliya çalakiyê û rêjeya serkeftinê ji bo derewên psîkolojîk ên AKP’ê re bûne bersivek. Ji ber vê jî dema çalakî hat kirin, hikumeta AKP’ê şaş bû û berê gotin ku “panzêr di tamîratê de teqiyaye” û xwestin ser bûyerê bigirin.

Wezîrê karê hundir berê daxuyanî da û piştre jî Erdogan telefonî Walî kiriye ku bila ev bûyer nekeve çapemeniyê û xwestin ku vê çalakiyê veşêrin da ku di pêvajoya referandûmê de bi hêsanî karibin bibêjin “me her tişt kir, em bi ser ketin”. Lê piştî ku dîmen ketin ser medyaya civakî, îro senaryoyeke di nivîsandin û ji neçarî li xwe mikur hatin lê vê carê jî gelek miriyên xwe xef kirine. Ambûlans bi saetan çûne qada çalakiyê û diyar e ku polîsên îşkencekar gelek ji wan mirine. Lê wekî ku me diyar kir, hikumeta AKP’ê hemû hêza xwe seferber kir û xwest ku bandora mezin a çalakiyê kêm bike û pêşiyê li encamên wê yên li ser civakê jî bigire.

Em radigihînin ku dema encamên teqez ên çalakiyê hatin em ê bi raya giştî par ve bikin û em dixwazin bal bibin ser vî tiştî ku zilma li ser gelê me wê tu carî bêbersiv nemîne û em ê yeko yeko hesabê van tiştan bipirsin. Em dîsa diyar dikin ku hêzên me bi performanseke mezin dest bi pêngava sala 2017’an kirin û bi armanca ku têkoşîna şoreşgerî bigihînin serkeftinê, ew ê hêzên me ji her demê zêdetir peywira xwe bi cih bînin.”