Cafer Şervan: Desthilatariya AKP-MHP'ê tenê bi berxwedanê dikare bê hilweşandin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan bal kişand ser bandora Şoreşa Rojava ya li gelan û destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku niha êrişî şoreşê dike, tenê bi berxwedanê dikare bê têkbirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û rê û rêbazên têkoşîna li dijî dagirkeriyê.

Cafer Şervan di destpêkê de salvegera 9'an a Şoreşa Rojava li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelan pîroz kir û anî ziman ku gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe li her qadê dewam dikin û hewl didin xaka xwe biparêzin.

Cafer Şervan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çar aliyên Kurdistanê bi bîr xist û got, "Yekane rêya guhertin û têkbirina zîhniyeta dewleta Tirk a mêtinger faşîst, berxwedan e. Lewma divê her kes bibîne ku li dijî rejîma faşîst a Tirk li her devera Rojava tenê bi berxwedanê encam dikare bê wergirtin. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt heye."

'RIZGARKIRINA EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ DIVÊ KARÊ SEREKE BE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan destnîşan kir ku eger berxwedaneke xurt bê afirandin, ev dewleta faşîst a ku li Tirkiye û li derveyî qada navneteweyî hatiye hiştin, wê li gel polîtîkayên xwe têk biçe û wiha dewam kir, "Di serî de Efrîn, rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî divê karê sereke be. Lewma dem dema hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya mêtinger e ku li ber hilweşînê ye."

Cafer Şervan diyar kir ku desthilatdariya faşîst a Erdogan û Bahçelî ji bo li ser desthilatdariyê bimîne hem li hundir hem jî li derve êrişan dike, pişta xwe spartiye piştgiriya ji derve û got, "Xelkê me yê Rojava divê li her qadê her timî bi çalakiyên xwe polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger teşhîr bike; li qada siyasî û dîplomatîk kiryarên qirker ên ji bo guhertina demografîk ên li Efrînê û herêmên dagirkirî nîşanî raya giştî ya cîhanê bide. Dewleta faşîst a qirker, ji bo li qadên dagirkirî bi navê Kurdîtiyê tiştekî nehêlin gelekî hewl didin. Bi êrişa li ser şehîdgeha Efrînê tê dîtin ku çawa êrişî nirxên me dike."

'TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN YEKANE RÊYA RIZGARIYA JI MÊTINGERIYÊ YE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan anî ziman ku dewleta Tirk a mêtinger dema dawî bi hin peymanên çêkiriye, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye û got, "Bi rê û rêbazên zordariyê teslîmiyetê li gelê Rojava ferz dike. Bi afirandina raya giştî ya mezin, bi nêzîkatiyeke li ser bingeha berxwedanê pêşî li van kiryarên mêtinger dikare bê girtin. Bi bêdengiya li pêşberî vê sîstemê, zehmet e ku ji desthilatdariya faşîst bê rizgarkirin. Li gel zext û zordariyan, Kurd li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bûye xwedî hêrseke mezin û li her qadê polîtîk bûye. Berxwedana xelkê Efrînê ya li Şehbayê ku di nava şert û mercên gelekî giran de dimeşîne wê bibe sedema azadiyê. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têgihiştiye ku yekane rêya rizgariya ji hovîtî û mêtingeriyê, têkoşîn e. Her wiha tifaqa xurt a bi gelê Ereb re, hevkariya di nava jiyanê de derba herî mezin e ku li faşîzma Tirk a mêtinger hatiye xistin."

'TIFAQA GELAN DERBA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK E'

Cafer Şervan diyar kir ku civaka Ereb û her kesên dixwazin bi rengekî azad bijîn, divê zanibin ku bi tevlîbûna li pêngava 'Dem dema azadiyê ye' dikarin ji kiryarên mêtingeriyê rizgar bibin û wiha dewam kir, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst mêtinger ji bo serweriya xwe li xaka dagirkirî mayinde bike malbatên çeteyan li herêman bi cih dike. Ev yek nîşan dide ku hêzên dagirker wê zû bi zû ji herêmê dernekevin. Desthilatariya faşîst a AKP-MHP'ê giştiya desthilatdarên faşîst ên heta niha ye û bi vî rengî serweriyê dewam dike. Lewma gelekî girîng e ku Kurd bi hêzên demokrasiyê yên li Sûriyeyê re li ser zemînên hevpar tifaqê çêbikin. Nêzîkatiyên parçebûyî xizmetê ji vê rejîma faşîst re dike, lewma mecbûrî ye ku bi tifaqên berfireh nêzîkatî bê nîşandan."

Cafer Şervan destnîşan kir ku hêzên li herêmê divê giraniyê bidin ser qebûlkirina statuya Rojava û çareseriya demokratîk a li herêmê."

LI DIJÎ MÊTINGERÎ Û DAGIRKERIYÊ BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Di dewama axaftina xwe de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan bi bîr xist ku bi qasî desthilatdariya AKP-MHP'ê û Erdogan ti desthilatdarî ol bi kar nayne û wiha dewam kir, "Lewma li nava welatên Misilman ên li herêmê ev maskeya wan eşkere bûye û ji aliyê gelên herêmê ve nayên qebûlkirin. Li Efganistanê weke hêza nayê xwestin hatiye îlankirin. Li dijî vê yekê divê li tevahiya herêmê nirxên maf, edalet û wijdanê yê Îslamê bikin nirxên hêzên demokrasiyê. Li herêmê û Kurdistanê, bi rastiya Îslam a demokratîk a civakîparêz û têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê, desthilatdariya faşîst mêtinger dikare bê têkbirin. Êdî şantaj û gefên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî herêmê ji aliyê kesî ve nayê qebûlkirin; di vê mijarê de piştgiriya ji derve werdigirin jî lawaz bûye. Piştevanî, hevgirtin û têkoşîna hevpar a gelên Rojava, Bakur-Rohilatê Sûriyeyê, tevlîbûna xurt a li pêngava 'Dem dema azadiyê ye' wê bibe bersiva herî xurt a li dijî êrişên dagirkerî mêtingeriyê. Bang li gelên Ereb û Kurd dikim ku bi têkoşîna hevpar bersiva xurt bidin mêtingeran."