Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo salvgera Qirkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.
CÎK'ê berpirsên qirkirinê û paşmêrên wan şermezar kir û diyar kir berpirsyariya her kesî ye ku berpirsên vê qirkirinê werin derêxistin û cezakirin.
CÎK'ê qirkirina li ser Êzîdiyan mîna ''bobelata mezin'' bi nav kir, û got, ''nayê qebûlkirin ku ev komkujî bi navê Îslamê were kirin. Ne pêkan e ku mirov vê bi dîn vebêje, ên ku dîn ji bo desthilatê bi kar tînin berpirs in.''
CÎK'ê her wiha got, ''Ên ku ji xwe re dibêjin ew Misilman in, heke li dijî vê qirkirinê bêdeng bimînin, ev ji bo wan, ji bo axîret û cîhanê jî guneh e. Em êşa gelê me yê Êzîdî par ve dikin, em sond dixwin ku bi hev re, bi tifaqê têkoşîneke berfireh bikin. Em dibÊjin, jiholêrakirina rewşa parçebûyî ya di nav gelê me de peywrike acîl e.''