Buroya hilbijartinê ya Tevgera Goran hate şewitandin
Buroya hilbijartinê ya Tevgera Goran a li bajarokê Hecî Omeranê ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.
Buroya hilbijartinê ya Tevgera Goran a li bajarokê Hecî Omeranê ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.
Kesên nenas duh nîvê şevê saet 01:30'î êrîş birin ser buroya hilbijartinê ya Tevgera Goran a li bajarokê Hecî Omeran ê navçeya Çoman a Hewlêrê û buro şewitandin.
Berpirsyarê Tevgera Goran ê Çomanê Ebdullah Qadir diyar kir ku ew nizanin bê buroya wan a hilbijartinê ji aliyê kê ve hatiye şewitandin û ji rayedaran dixwazin ku sûcdaran bibînin.