Bûrkan El Firat rizgarkirina Sirînê pîroz kir
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat rizgarkirina bajarokê Sirînê pîroz kir û diyarî cangoriyên Kobanê kir. Bûrkan El Firat destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li ku bin ew ê li hemberî wan têbikoş in.
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat rizgarkirina bajarokê Sirînê pîroz kir û diyarî cangoriyên Kobanê kir. Bûrkan El Firat destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li ku bin ew ê li hemberî wan têbikoş in.
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat rizgarkirina bajarokê Sirînê pîroz kir û diyarî cangoriyên Kobanê kir. Bûrkan El Firat destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê li ku bin ew ê li hemberî wan têbikoş in.
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El-Firat piştî rizgarkirina Bajaroka Sirîn ji çeteyên DIAŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya odeyê hat weşandin de ev xal hat destnîşankirin:
"Piştî ku Odeya Bûrkan El-Firat soz da şehîdên xwe û gelê Sûriyê ku dê şerê xwe li dijî çetyên DAIŞ’ê bidomîne û herêmê ji çeteyan rizgar bikin, ji Kobanê dest pê kir, Girê spî û niha jî em rizgarkirina bajarê Sirîn û gundên derdora wê bi temamî heta çerxeriya Sirîn hatin rizgarkirin. Bi vê yekê sînorê kantona Kobanê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin.
Di çarçoveya hemleya rizgarkirina Bajarokê Sirîn de hejmarek çete hatin kuştin û miqdarek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Çeteyan gelek mal, baxçe û deverên derdora Sirîn mayîn kirin.
Hêzên me êrîşî bajar kirin û ketin nava bajar, çeteyan hewl dan ku pêşketina hêzên me bidin rawestandin û bi tirimpêlên bombebarkirî êrîş pêk anîn. Lê carek din jî hêzên me çalakiya xwe domandin û bajar û gundên wê bi temamî ji çeteyan rizgarkirin. Bi vê yekê soza tolhildanê ku me daye şehîdên komkujiya Kobanê me pêk anî.
Em serketinê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Em rizgarkirina Sirîn û gundê wê diyarî hemû Şehîdên Komkujiya Kobanê, hemû Şehîdên berxwedana rizgarkirina Kobanê û hemû azadîxwazan û em soz didin ku em ê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê xebatên xwe bidomînin û em ê li her derê li pey çeteyan bikevin. Çeteyan îro çek û cebilxaneyên xwe li şûna xwe hiştin.
Odeya Bûrkan El-Firat îspat kir ku hemû pêkhate dikarin xwe bikin yek û şerê çeteyên DAIŞ’ê û hemû xeterên din ên li ser herêmê bikin. Berxwedana me careke din baweriya di navbera kurd û ereba xurtir kir û destnîşan kir ku gelê Sûriyê dikarin yekîtiya xwe ava bikin û Sûriya Pêşerojê ya Azad li ser esasê edalet, azadî û demokrasiyê ava bikin.
Di dema hêzên me serketin em ji raya giştî re destnîşan dikin ku topên Tirkiyê hêzên me li gundê Zor Mexar bombebaran kirin û ev bûyereke xetere û bê behaneye. Di dema ku em li benda cîhanê ne ku di şerê li dijî DAIŞ’ê piştgiriya me bikin, em rastî êrîşa tên. Şûna êrîşî me bikin pêwîste piştgiriya hêzên me bikin da ku em çeteyan tine bikin."