‘Ji bo hewandina tawanbarên jenosîdê bûne stargeh’

Di 34. salvegera karesata Enfalê de rêxistin û çalakvanan gotin, “Mixabin hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê Ji bo hewandina tawanbarên jenosîdê bûne stargeh û mûçe û îmtiyaz didin tawanbaran û raye dane hin ji wan jî.”

34 sal beriya niha rejîma Baas yek ji mezintirîn sûcên sedsala 20’an ya bi navê Enfal li hemberî gelê Kurd pêk aniye. Di nava 8 salan de rejîma Baas çar sûc li hemberî gelê Kurd kiriye ku wiha ne, ‘Komkujiya Kurdên Feylî’, ‘Jenosîda Barzaniyan’, ‘Kîmyabarana Helebce’ û ‘Enfal’. Sûcê Enfalê mezintirîn û berfirehtirîn proseya jenosîdkirina Kurdan bûye.

Îro bi tevlêbûna çendîn rêxistin û çalakvanên mafên mirov û sivîl ên bajarê Kerkûkê li Pirtûkxaneya Giştî ya Kerkûkê bi dirûşmeya “Çêkirina monomenta Topizava û darizandina tawanbaran… daxwaza me ya her timî ye” merasîmek ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê hat lidarxistin.

Di merasîmê de ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên jenosîdê û Enfalê destpêkirî de civîneke çapemenî hat lidarxisitn û daxuyaniyek hat dayin.

Daxuyanî ji aliyê Çalakvanê Mafê Mirov û Nivîskar Hêmin Hesîb ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Mixabin her sala ku diçe em daxwazên xwe dubare dikin, ji ber ku soz û peyman bê encam in. Ev yek di demekê de ye ku hikumeta niha ya Iraqê û ya herêma Kurdistanê bi xwîna şehîdan berhem hatiye, lê mixabin her du hikumet Ji bo hewandina tawanbarên jenosîdê bûne stargeh. Ji ber ku bi dehan tawanbarên sûcên jenosîdî yên Baas bi saya ev du hikumetane bi rengekî serbest dijîn, mûçe û îmtiyaz didin tawanbaran û raye dane hin ji wan jî.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Hesîb çend daxwaz arasteyê aliyên pêywendîdar kir û ragihand, “Ji bo wê di 34. salvegera tawana Enfalê de ligel bibîr anîna 182 hezar gurbaniyên wî tawanî em daxwaz dikin:

  1. Darizandina tawanbarên Enfalê, bi taybetî ew 423 tawanbarên ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan ya Iraqê di dîroka 20.05.2007’an de biryara destgîrkirin û darizandina wan hatibû dayin û heya niha dezgehên ewlehî yên Iraq û herêma Kurdistanê amade nînin ku wana destgîr bikin.
  2. Daxwaz dikîn ku navê tawanbaran radestê polîsê enterpol û hikumetên welatan bên kirin da ku nasname û mafê penabertiyê ji wan were standin.
  3. Di vekirina hemû gorên komî û anîna cenazeyên qurbaniyan û ji bo naskirina cenazeyan ji aliyê xizmên qurbaniyan bicîh anîna proseyên zelalkirina nasnameyî (DNA) de bê lezandin.
  4. Serokkomarê Iraqê li ser navê dewleta Iraqê lêborîna xwe ji qurbaniyên jenosîdê bixwaze, ji ber ku li gorî prensîba navnetewî lêborîn xwestin erkê serok komar e ku bi xwe Kurd e û ji neteweyekî yê qurbaniyê jenosîdê ye.
  5. Hemû lîsteyên mûçeyan yên şehîdan, jenosîd, birîndarên çekên kîmyewî, girtiyên siyasî û pêşmergeyên dêrîn werin eşkere kirin û ji gengelî û bûyîna navê tawanbaran a di lîsteyan de bên paqijkirin.
  6. Baregeha leşkerî ya Topizava ji têkçûn û kavilbûyînê bê rizgarkirin û ji bo ku monomenteke hêjayî qurbaniyên Enfalê bê çêkirin bê lezandin. Ji ber ku baregeha leşkerî ya Topizava mîna kampa leşkerî ya Aûschwîtz Holocaûst ye û bi dehan peyam û çîrokên qurbaniyên Enfalê di xwe de digire.
  7. Daxwazên xizmên qurbaniyan bên bicîh anîn û jiyaneke hêja ji bo yekaneyên jenosîdê û yên ji gorên komî rizgar bûnî û birîndaran bê dabînkirin.
  8. Parlementoya Kurdistanê hemû cure rûniştin û serdan û wênegirtinên berpirsên hikumî û hizbî yên bi taqanbaran re qedexe bike.”