Bûlûttekîn: Desteya wezîran bûye şîrketek malbatî

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn li ser desteya wezîran a nû axivî û got, "Desteya ku hatiye ragihandin kabîle ye, şîrketa malbatekê ye."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn li ser desteya wezîran a ku ji aliyê Erdogan ve hate eşkerekirin ji ANF'ê re axivî.

Bûlûttekîn diyar kir ku zîhniyeta tekperest û neteweperest ji dema avabûna komarê û vir ve dewam dike û destnîşan kir ku desteya wezîran a ku hindihaî û hêzên demokrasiyê ji nedîtî ve tê, xeleka dawî ya vê rejîmê ye. Bûlûttekîn da xuyakirin ku desteya wezîran desteyeke nû nîne û got, "Yên ku 3-4 sal in şer dikin û kaosê derdixînin di nava vê desteya nû de cih digirin."

Bûlûttekîn işaret bi wezaretên karên hundir û parastinê kir ku Suleyman Soylû û serokê berê yê fermandariya artêşa Tirk Hûlûsî Akar bûne serkêşê wan û got, ev yek jî nîşan dide ku azadî wê hîn bêhtir qels bibe.

SAZIYÊN ABORIYÊ Û XWESER BI ŞEXSEKÎ VE TÊN GIRÊDAN

Bûlûttekîn bi bîr xist ku Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak daniye ser Wezareta Xazîne û Maliyeyê û got, "Ev yek nîşan dide ku hemû saziyên aboriyê û xweser wê bi şexsekî ve bên girêdan. Lewma ev dîzayna desteya wezîran ji bo xurtkirin û tekkirina desthilatdariya navendî ye."

Fîlîz Bûlûttekîn da xuyakirin ku desteya wezîran ji bo bîatê ji Erdogan re bike hatiye hilbijartin û got, "Ya ku ava bûye desteya wezîran nîne. Kabîle ye, şîrketeke malbatî ye. Ji ber ku beriya niha bi demeke kin Suleyman Soylû gef li sêyemîn partiya herî mezin a li meclîsê li HDP'ê dixwar. Bicihkirina Akar li nava hemû polîtîkayên şer û radestkirina xazîneyê ji bo zavayê xwe, şîrketeke malbatî tîne bîra mirovan."

'EM LI SER BINGEHA DEMOKRASIYÊ TÊKOŞÎNA XWE GEŞ BIKIN'

Bûlûttekîn destnîşan kir ku ya divê gel û hindikahî bikin, têkoşîna li dijî zîhniyeta desthilatdariya heyî ye û wiha dewam kir: "Pêwîste em li qadên têkoşîna demokratîk hêza xwe bikin yek û dengê xwe bilindtir bikin. Weke ku li Misir, Iraq û Lîbyayê hate dîtin, encama van rejîm û sîsteman nebaş e."

Bûlûttekîn anî ziman ku divê li dijî vê yekê li ser bingeha demokrasiyê têkoşîn bê dayin û hemû gel û tifaq li hev bicivin.