Bûldan: Tecrîd demildest divê rabe!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Silopyayê axivî û got; “Em ê 31’ê Adarê dîrokê binivîsin. Divê demildest tecrîd rabe.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya gel wê, piştî li navenda Sîlopî tûra hilbijartinê avêtin û şûnde, beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Dîcle bûn. HDP’iyên bi konvoyek dirêj ketin taxê, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” hatin pêşwazî kirin. Dema ku ji wesayîta hilbijartinê navên rêveber û parlementerê HDP’ê yên berê yên girtî hatin anonskirin, girseyê bi hev re dirûşmeya “Silopî bi we serbilind e” berz kirin. Li gel jin û ciwanan bi hezaran kes beşdarî vekirina buroyên bû û cihê vekirina  buroyê veguherî mîtîngê.

‘SILOPÎ EW Ê XWE BI XWE RÊ VE BIBE’

Namzeta Hevşaredariya Sîlopî Adalet Fîdan, di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Sîlopiyan ji niha de biryar dane ku di 31’ê Adarê de serkeftina xwe pîroz bike. Sîlopî ji niha de bi biryar e ku xwe bi rê ve bibe.”

 ‘DENGÊ OCALAN DENGÊ AŞITIYÊ YE’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk e axivî û wiha got: “Merheba ji rêhevalên Pakîze, Sevê û Fatmayan re. Silopî, li dijî zilmê li ber xwe da. Hewl dan bi şewitandina gund û bajaran pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Lê nekarîn bi vî awayî çareser bikin.”

Dema ku Ozturk bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, ciwanan dirûşmeyên ji bo Ocalan berz kirin. Ozturk di dewama axaftina xwe de, ev peyam dan: “Yên ku şer dixwazin tecrîdê giran dikin. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin, ji derveyî kuştinê tu tiştekê din na axivin. Êdî tişekê wan ên ji bo gelan bêjin nemaye. Dengê Ocalan dengê aştiyê ye. Ji bo ku aştî pêş bikeve hevalên me di greva birçîbûnê dene.”

 ‘EM Ê JI AKP’Ê HESAB  BIPIRSIN’

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Arslan jî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha axivî: “Botan li ber xwe dide. Dema Sîlopî li ber xwe dide, Kurdistan li ber xwe dide. Em vê berxwedana wê ji niha de pîroz dikin. Em ê ji AKP’ê hesabê politîkayên qirkirinê bipirsin.”

BÛLDAN: 31’Ê ADARÊ DE EM Ê DIROKÊ BINIVÎSIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ji bo axaftina xwe, dema navê wê hat anonskirin,  dirûşme hatin berzkirin û girseyê bi coşek mezin li çepikan xistin.  Bûldan, bi Kurdî gel silav kir û wiha axivî: “Hûn taca serê me ne. We moralek pir mezin da me. Silopî biryara xwe daye. Şirnexê biryara xwe daye û Hezexê biryara xwe daye. Şirnex dê di 31’ê Adarê de, li hemû navçe, bajarok û navendê careke din dîrokê binivîsîne. Bi heqaretkirina HDP’ê, hewl didin desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin. Lê ev derewên wan ên îro dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve”

Bûldan, dema qedexeyên derketina derve yên Silopiyê bibîr xist û wiha got: “Piştî dîroka 2015’an, li vî bajarî mal hatin şewitandin, mirov hatin qetîlkirin û êşên pir mezin hatin jiyîn. Lê vî gelê tu carî çokên xwe danenîn erdê û teslîm nebûn. Silopî çokên xwe ne danîn erdê. Me dayîka Taybet ji bîr nekiriye. Me rêhevalên xwe Pakîze, Sêvê û Fatma ji bîr nekirine. Em soz didin rêhevalên wan, em ê hesabên wan bipirsin. Em rêhevalên Sêvêyan û em neviyên Dayîkên Taybetan e. Dibe ku me ev êş dîtin. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda û em ê tu carî dest jê bernedin. Herî dawî zarokên me yên 6-7 salî di xew de kuştin.”

 Bûldan di dawiya axaftina xwe silav ji Leyla Guven re şandin û wiha got: “Guven 115 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevalên me bedena xwe dane ber birçîbûnê. Tenê yek daxwaza wan heye. Ew jî hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye. Vê daxwaza meşrû ji nedîtî ve tên. Ji bo hevalên me yên di greva birçîbûnê de, jiyana xwe ji dest nedin, em dixwazin Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê Wezareta Dadê qanûnên xwe bi cih bîne.”