Bûldan: Sedema krîzê tecrîd e

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan piştî rûniştina doza Leyla Guven daxuyanî da û got, divê rakirina tecrîdê demildest bibe rojev.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan piştî rûniştina doza Leyla Guven a li Amedê daxuyanî da.

Bûldan di daxuyaniyê de bal kişande ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven. Bûldan bi bîr xist ku Guven 49 roj in di grevê de ye û got, "Leyla Guven ji bo ku balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo tecrîdê bike rojev dest bi greva birçîbûnê kiriye."

'SEDEMA KRÎZÊ TECRÎD Û NEÇARESERÎ YE'

Bûldan bi domdarî têkilî krîza berdest a Tirkiyeyê wiha axivî: "Yek ji sedemên sereke yên krîz û kaosa Tirkiyeyê nêzîktêdayina li pirsa Kurd, girtîbûna nûnerên gelê Kurd û li Girtîgeha Imraliyê tecrîdkirina Ocalan e. Leyla Guven ne ji bo şertên xwe ketiye greva birçîbûnê. Ti daxwazeke wê ya wiha tine.

Ji ber ku nêzîktêdayina desthilata siyasî ya AKP'ê ya li Kurdan, jinan, HDP'yiyan baş dizane. Ji bo vê jî, hem bi nehatina dadgehê, hem jî bi nexwestina berdanê Leyla Guven gelek meseleyên ku divê mirov li ser raweste û gotûbêj bike destnîşan kiriye. Em jî dubare dikin; daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûya ne, ya bi milyonan mirovî ye. Tecrîd demildest divê rabe û demildest dawî li vê neheqî û nehiqûqiyê were."

'DAXWAZA ME HEMÛYAN E'

Bûldan herî dawî bi bîr xist ku 3 sal in destûr nayê dayin ku Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne û got, "Em jî dixwazin ku demildest mijara tecrîdê bidin ber xwe, bikin rojeva xwe û demildest ji bo rakirina tecrîdê gav werin avêtin. Ev daxwaza me hemûyan e, daxwaza Kurdan, jinan, hemû alîgirên aştî û demorkasiyê, heq û hiqûqê ye. Ev daxwaza bi qasî ku neyê şikandin girîng e, bi qasî ku desthilatdar nikaribe bi destê xwe tehf bide.''